Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekilên xwe serlêdaneke nû kirin ku ev 37 meh in tu agahî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê standin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê  Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî, Cengîz Yureklî û Suzan Akipa bi daxwaza dîtina muwekîlên xwe, Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Bersiva serlêdanên ji bo hevdîtinê nayê dayin û hin caran jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û vê yekê weke hincet nîşan didin.

Li gorî Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê:

-Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û heya niha di navbera Gulan û Tebaxa 2019'an de bes 5 hevdîtinên parêzeran pêk hatiye ku ji van 5 hevdîtinan a dawiyê jî di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hatiye.

- Ji sala 2014’an û heya niha bes 5 hevdîtinên malbatî pêk hatine.

- Hevdîtina rû bi rû ya herî dawiyê jî di 3’yê Adara 2020’an de li gel birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan pêk hatiye.

-Ji roja ewil heya niha bes 2 caran bi rêya telefonê hevdîtin pêk hatiye. (27’ê Nîsana 2020’an û 25’ê Adara 2021’an) 

-Hevdîtina bi rêya telefonê ya herî dawiyê ku di 25’ê Adara 2021’an de pêk hatiye û piştî axaftineke pir kurt telefon hatiye qutkirin û ji wê demê heya niha tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê standin.