Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 38 meh in agahî jê nayê wergirtin, parêzeran serlêdaneke nû kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Gitrîgeha Îmraliyê dan û xwestin muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin.

Serlêdan ji aliyê parêzer Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ve hate kirin.

Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi derve re bi temamî hatiye birîn. Bersivek ji serlêdanan re nayê dayin û carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re cezayê dîsîplînê weke hincetê tê nîşandan.