Ji bo dilê Erdogan xweş bikin, siyasetmedarekî Kurd girtin

Beriya serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a 10’ê Mijdarê ya ji bo Parîsê, siyasetmedarê Kurd Ahmed Kaya ji ber sûcên bê bingeh hate girtin.

Siyasetmedarê Kurd Ahmed Kaya roja Pêncşemê hatibû destgirîtkirin. Ahmed Kaya yê roja Înê derxistin pêşberî dadgehê, ji ber pasaporta neyî bi sûcên çûna wî ya Îngîltere, Elmanya û Tirkiyeyê hate sûcdarkirin.

BI HINCETA SÛCÊN BÊ BINGEH HATE GIRTIN

Bi sûcê ku belgeya rûniştinê îmzeya li ser sexte ye hatibû girtin. Lê tevî ku xwediyê malê ragihand ku wî bi xwe ew belge îmzekiriye û weke delîl jî hate nîşandan. Kaya ê ku ji ber zarok û hevjîniya ku nîne, her havînê diçe Bodrûmê, geştê dike hate sûcdarkirin û şandin girtîgehê.

Kaya yê ji sala 2006’an ve li Fransayê mafê rûniştina siyasî heye, beriya niha li Tirkiyeyê salên dûr û dirêj li girtîgehê maye. Ji ber cezayê heyî niha li Tirkiyeyê di nava lîsteya kesên lêtên gerandin de navê wî heye.

Kaya yê bi heman rêbazê sala 2011’an ê li Fransayê xwedî nasnameya siyasî ye, hatibû destgîrkirin, li Fransayê jî hatibû darezandin.

Sala borî di encama dadgehê de, ji sûcê terorê hatibû sûcdarkirin.

Kaya yê 10 salan ji aliyê dadgeha edlî ve tê çavdêrkirin, lê ku xwedî maf e ku ji Fransayê derbikeve, bê pasport e.

Her wiha Kaya her mehê îmze jî bikar tîne. Kaya yê dema roja Pêncşemê ji bo îmzekirinê çûbû, hatibû destgîrkirin, roja Înê jî saet derdorî 22:00’an ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Tê payîn ku Kaya 20’ê Mijdarê dîsa bê dadgehkirin.

BERIYA SERDANA ERDOGAN

Ev girtina beriya serdana Erdogan a ji bo merasîma salvegera dawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn a li Pasîsê bal kişand.

Her wiha dîsa ev girtin, piştî qedexekirina çalakiya protestoyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê jî hate, bal kişand.