Ji bo Demîrtaş serî li Dadgeha Destûrê dan

Parêzerên Selahattîn Demîrtaş li ser biryara ku DMME'yê gotî 'divê were berdan' û Erdogan gotî 'em biryarê nas nakin' serî li Dadgeha Destûrê dan.

Parêzerên Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîn hatî girtin, ji bo ku biryara DMME'yê ya li ser Demîrtaş were bicihanîn serî li Dadgeha Destûrê Tirk dan.

Parêzera Demîrtaş Reyhan Yalçinadag gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan bi rengê ''rasterast destwerdana li dadgehê'' nirxand.

'VÊ HEFTEYÊ ME SERLÊDANA XWE KIR'

Yalçindag diyar kir dadgehê bersiv nedaya daxwaznameya ji bo berdana miwekîlê wan û got, ''Dema ku mirov van duxuyaniyên ku bi hev re hatine kirin bîne cem hev, haziriya gavekê dikin. Ji bo vê gavê jî pê li bişkokê kirine.

Yalçindag diyar kir dîsa serlêdanek vê heftiyê li Dadgeha Destûrê dane û got ew ê serî li DMME'yê jî bidin.