Ji bo cenazeyê Cîhan Karaman serî li DMME hat dayîn
Karaman li Cizîrê bû hedefa guleyan û ji ber biryara ‘tedbîrê’ pêk nehat jiyana xwe ji dest da, vê carê jî ji bo cenazeyê wî serî li DMME hat dayîn.
Karaman li Cizîrê bû hedefa guleyan û ji ber biryara ‘tedbîrê’ pêk nehat jiyana xwe ji dest da, vê carê jî ji bo cenazeyê wî serî li DMME hat dayîn.
Vê carê ji bo cenazeyê Cîhan Karaman ê ji aliyê hêzên dewletê li navçeya Cizîr a Şirnexê hat qetilkirin, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) hat dayîn.
Di serlêdana ji aliyê parêzerên Komaleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) de daxwaz hat kirin ku cenazeyê Karaman radestî malbatê bê kirin û ji bo wecîbeyên olî bicih bê anîn biryara ‘tedbîrê’ bê girtin.
ÇI BIBÛ?
Cîhan Karaman li dijî êrîşên qirkirinê yên dewletê ji bo piştgiriya berxwedana gelê Cizîrê hatibû navçeyê. 22’ê Çileyê di êrîşa hêzên dewletê ya bi tank û topan a li hember Taxa Cûdiyê ji singa xwe bi parçeyê şarapnelê birîndar bibû. Piştî birîndar bibû ji bo rakin nexweşxaneyê di serlêdana DMME de biryara ‘tedbîrê hatibû girtin. Ji ber pêwîstiyên vê biryarê bicih nehat anîn 23’ê Çileyê jiyana xwe ji dest da.
Dewlet cara duyemîn serî li êşkenceyê dide û cenazeyê teslîmî malbatê nake. Malbata ku dixwaze cenaze wergire li Kûmçati rawestandina xwe didomîne.