Ji bo çekan bidin YPG’ê di malpera Qesra Spî de kampanyaya îmzeyan
Ji bo çekan bidin YPG’ê di malpera Qesra Spî de kampanyaya îmzeyan
Ji bo çekan bidin YPG’ê di malpera Qesra Spî de kampanyaya îmzeyan
Di malpera înternetê ya Qesra Spî de ji bo Amerîka çekan bide YPG’ê kampanyayek îmzeyan hat destpêkirin. Ji bo ev daxwaz bikeve rojevê divê di nava mehekê de 100 hezar îmze bên komkirin.
Di metna kampanyaya îmzeyan a di malpera înternetê ya Qesra Spî de tê weşandin wiha hat gotin: “Em ji DYA daxwaza çekên herî baş ji bo bidin Yekîneyên Parastina Gel dikin.” Di metnê de hat diyarkirin YPG yekane hêza li hemberî hovîtiya DAIŞ radiweste û bi taybet li ser berxwedana li Kobanê ya di bin dorpêçê de hat rawestîn.
Di metnê de hat diyarkirin ku êrîşên hewayî yên koalîsyona navneteweyî têra rawestandina DAIŞ nakin û DAIŞ wek “ji bo hemû însantiyê tehdîteke” hat diyarkirin. Di metna kampanyayê de wiha hat gotin: “Bêguman eger çekên pêşketî û modern ji bo YPG’ê bên dayîn wê hêzên YPG’ê bi şêweyekî bibandor DAIŞ’ê rawestînin.”
Ger di kampanyaya îmzeyan a di 6’ê Cotmehê de hatiye destpêkirin di nava mehekê de 100 hezar îmza bên komkirin wê çekdayîna YPG’ê bikeve rojevê. Ji bo tevlîbûna kampanyayê “nav, paşnav û adresa maîl” û îmzekirin bes e. Dîsa divê lînka ji bo piştrastkirinê tê adresa we hûn bitikînin.
Lînka kampanyayê:
https://petitions.whitehouse.gov/petition/officially-arm-peoples-protection-unit-ypg-syria-defend-isis-destroying-kobane-community/MqkGM32Y