Ji bo çalakiyên 'NA' yên li Fransayê banga tevlîbûnê hat kirin

CDK-F û Tevgera Jinên Kurd li Fransayê, ji bo çalakiyên 'NA' banga tevlîbûnê kirin.

Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd li Fransayê, ji bo meş û mîtîngên bi pêşengiya Platforma Na ya Fransayê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Li dijî faşîzma ku hewl didin rewa bikin, li dijî dîktatoriya 'şexsekî', ji bo gelan, ji bo yekîtiya baweriyan, ji bo azadiya jinê, ji bo bajarên Kurdan ên hatin xerakirin û şewitandin, em bang li her kesên li Ewropayê dijîn dikin, ku di referandûmê de bêjin 'NA'."

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, kes û saxiyên demokrat û şoreşger ên li Fransayê hat kirin, ku tevlî van çalakiyan bibin:

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

PARÎS
4'ê Adarê
Saet: 14.00 
Cih: Gare de l'est

BORDEAÛX
Cih: Pêşiya Şaredariyê
Saet: 14.00 

MARSÎLYA
5'ê Adarê
Tûra li nava bajarê Marînîanê
Saet: 17.00

MARSÎLYA
11'ê Adarê
Meşa li Place Cenebîerê
Saet: 14.00