NAV-DEM, TJK-E, ABDEM û Yekîtiya Hêzê daxuyaniyeke hevpar weşandin û ji bo çalakiya rûniştinê ya 26, 27 û 28'ê Çileyê li ber Parlamenta Federal a Elmanyayê banga tevlîbûnê kirin.
NAV-DEM, TJK-E, ABDEM û Yekîtiya Hêzê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin, ku li dijî komkujiyên dewleta AKP li Kurdistanê dike ji bo xwedîderketina xwerêveberiyan û ji bo bang li hikûmeta Elman were kirin ku dawî li vê bêdengiya xwe bîne û bikeve nava tevgerê, wê di 26, 27 û 28'ê Çileyê de çalakiya rûniştinê li ber Parlamenta Federal a Elmanyayê were lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çalakî wê saet di 11:00 ê 26'ê Çileyê destpê bike û hat gotin, "Em radigihînin ku li cem têkoşîna zadî û demokrasiyê ya gelên Kurd û Tirk in. Em bang li raya giştî ya demokratîk a Elman dikin, ku zextê li hikûmeta xwe ya ku destekê dide polîtîkayên komkujiyê bikin û li hemberî polîtîkayên hikûmeta Elman ên li dijî penaberan derkeve. Berpiryarê bûyerên niha li Tirkiye, Sûriye û Iraqê diqewimin û pêkanînên li dijî mirovahiyê yên gihaştine heta Ewropayê, polîtîkaya şer a NATO'yê ye."
Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin bilêvkirin:
"Divê welatên Yekîtiya Ewropayê derhal şandin leşker û çekan ji bo Tirkiyeyê bisekinîn! Hemû hêzên xwe yên leşkerî yên li herêmê û Tirkiyeyê bi cih bûne, vekişînin.
Pêwîste Yekîtiya Ewropa, desteka xwe ya ji bo hikûmeta AKP'ê bi lez û bez biqedîne.
Hewce ye şerê li hemberî gelê Kurd bê sekinandin, tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û hevdîtinên ji bo aştiyê ji nû ve destpê bikin. Girîng e xwerêveberî bê qebûlkirin.
Weke NAV-DEM, TJK-E, ABDEM, Yekîtiya Hêzê û hemû saziyên demokrat ên Kurd, Tirk, Elman ên li jêrê navên wan hatine nivîsandin, bang li Kurd, Tirk, Asûrî, Ermenî, Elman, Elewî, Êzidî, Misilman, Xiristiyan û tevahiya mirovahiya bi rûmet dikin ku beşdarî çalakiya rûniştî ya 26-28'ê Çileyê li ber Parlamenta Federal a li Berlînê bibin."
Saziyên amadekar ev in:
ABDEM, NAV-DEM-Berlîn, PYD-Berlîn, Kobanê- Solidaritaetskomitee Berlîn, Kurdistan-Solidaritaetskomitee Berlîn, AGIF, Atif, Adhk, ARAB, Berlîner Montagsdemo, Courage, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Frauenrat Dest Dan Berlîn, DIDF, DKP-Berlîn, Fidef, FKÊ (Ezidische Foederation) HDK und HDP-Berlîn, Haende weg von Wedding, MLPD, NaO, Northeast-Antifa, Radikale Linke Berlîn, REBELL, RKJ, Solidaritaet-International, Umweltgewerkschaft, Verband der Studierenden aus Kurdistan YXK, BO-Soziale Gerechtigkeit in LINKE/Spandau, Interventionistische Linke, Initiative in Gedenken an Oury Jalloh e.V. , Queer Radical Wagen Platz Kanal,Iinternasonal Women Space