Ji bo çalakiya girseyî ya li Strasboûrgê bang hate kirin

KCDK-E bang li hemû Kurdên li Başûrê Elmanyayê, Swîsre û Strasboûrgê dijîn kir, ku tevlî çalakiya bi wesîleya sala 5. a nobeda "Azadî ji Ocalan re" tê lidarxistin, bibin. Çalakî wê saet di 12:00 de dest pê bike.

Bi wesîleya sala 5'an a çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, îro li Strasboûrgê çalakiyeke girseyî tê lidarxistin. Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand û bang li Kurdên li Swîsre, herêma Başûrê Elmanyayê û bajarê Strasboûrg ê Fransayê dijîn kir, ku tevlî çalakiyê bibin.

KCDK-E diyar kir, tevlîbûna xurt a li çalakiyê wê bibe mesajeke girîng û destnîşan kir, ku divê endameke-î bi tenê yê wan li derveyî çalakiyê nemîne.

Çalakî wê saet di 12:00 de li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Frasnayê dest pê bike.