Ji bo binpêkirinên li girtîgehenê li Amedê serdana komîsyonê kirin

HDP ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Amedê, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê da. OHD’ê binpêkirinên mafan bi raporekê eşkere kiribû.

Parlamentera HDP’ê ya Mersînê û Endama Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê Fatma Kûrtûlan, ji bo ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Amedê pêk hatine tespît bike, serî Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê da.

Kûrtûlan, ji komîsyonê xwest ku girtîgehan ziyaret bike û binpêkirinên mafan ên di raporan de cih girtine lêkolîn bike û heke ziyaret pêk neyê jî derbarê angaştên binpêkirinan de ji rêveberiyên girtîgehan agahî bixwaze. 

Herî dawî Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Amedê raporeke berfireh amade kiribû û cih dabû gelek binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pêk hatibûn.