Ji bo Başûrê Sûriyeyê peymana agirbestê
Piştî hevdîtina Pûtîn û Trûmp a li Vîetnameyê ya li civîna APEC’ê li Sûriyeyê agirbest hate îmzekirin.
Piştî hevdîtina Pûtîn û Trûmp a li Vîetnameyê ya li civîna APEC’ê li Sûriyeyê agirbest hate îmzekirin.
Piştî hevdîtina Serokdewletê Rûsya Vladîmîr Pûtîn û Serokê DYA’yê Donald Trûmp li civîna APEC’ê ya Vîetnameyê hev dîtin, li Sûriyê agirbest hate ragihandin.
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Enfermasyonê û Berdevkê Hikûmetê yê Urdunê Muhammed el Mumenî rayedarên Rûs, DYA û Urdunê li paytext Ammanê hatin cem hev û ji bo başûrê Sûriyeyê agirbest îmze kirin.
Mumenî diyar kir peyman bi armanca rawestandina şerê li Sûriyeyê û ji bo dîtina çareseriya siyasî ya domdar a ji bo krîzê bi hewldana sê alî pêk hatiye û got, "Peymana nû verastkirinên di nav çarçoweya agirbestê ya ji bo başûrê rojava yê Sûriyeyê ku 3 welatan 7'ê Tîrmehê li hev kiribûn jî destek dike."
Bi hewldana Urdunê re hevdîtinên ku Gulanê di navbera sê welatên navborî de dest pê kirin, bi îmzekirina peymanê pêşdîtina wê dikirin ku agirbest were destekkirin, li welêt heta ku aramî pêk were rageşî were kêmkirin û destûr were dayin ku alîkariya însanî bigihije herêmê.