'Ji bo azadiya Rêberê xwe em li Stûttgartê li hev bicivin'
Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad, ji bo meşa 2'ê Kanûnê ya li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kirin.
Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad, ji bo meşa 2'ê Kanûnê ya li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kirin.
Koordînasyona Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad daxuyaniyeke nivîskî dan û ji bo meşa 2'ê Kanûnê ya li Stûttgartê banga tevlîbûnê kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku polîtîkayên ji bo tinekirina Kurdan herî zêde di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî hemû nirxên Kurdan, gel, jin û ciwanan tên kirin û hat gotin, "Hêza ku herî zêde vê dixe meriyetê jî dewleta Tirk a faşîst e. Ji ber ku li pêşberî jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê tengav bûye, vê yekê dike."
'CIWANÊN KURDISTANÊ PÊŞENGÊ TÊKOŞÎNÊ NE'
Koordînasyonê ragihand ku ciwan û jinên ciwan ên Kurdistanî, zîhniyeta mêtinger a hezar salî qebûl nekirine, rabûne ser piyan û wiha dewam kir: "Bi Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêbertî re, li şûna nasnameya ku ber bi tinebûnê ve diçe, têkoşîneke bê eman a bi rola pêşengiyê tê dayin. Bûyerên ku li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê di her kêliyê de diqewimin, rola pêşengiyê didin ser milê jinên ciwan û ciwanan."
'2'Ê KANÛNÊ EM BI RUHÊ CIWANTIYA APOYÎ LI STÛTTGARTÊ LI HEV BICIVIN'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku weke Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad ew nikarin tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl bikin û hat gotin, "Rêber Apo ku rêberê neteweya demokratîk e ji bo me hinceta jiyanê ye. Hemû nêzîkatiyên li dijî wî nayên qebûlkirin. Ji ber vê yekê, çalakiya demokratîk a ku em ê li Elmanyayê li dar bixin, ji bo me ciwanan xwedî wateyeke xurt e. Em xemsariya Elmanya, Konseya Ewropa, Yekîtiya Ewropa û CPT'yê şermezar dikin û bang dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.
2'ê Kanûnê em bi navê 'Duh zû bû, sibe dereng e, îro dema serîhildana li dijî faşîzmê ye' li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê li dar dixin. Em bang li hemû ciwanên Kurd, jinên ciwan û tevahiya gelê xwe dikin ku di vê meşê de serî li ber faşîzmê hildin."