Ji bo azadiya Ocalan li 4 bajarên Swîsreyê çalakî pêk hatin

Kurdistanî li 4 bajarên Swîsreyê daketin qadan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Li bajarên Aaraû, Lozan, St. Gallen û Cenevre yên Swîsreyê, Kurdistanî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a li Swîsreyê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) tevî dostên xwe daketin qadan. Di çalakiyan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û daxwaza azadiya wî hate kirin.

LOZAN

Kurdistaniyên li Lozanê li hev civiyan, bi keştiyeke ku kirê kiribûn li nava Gola Lozanê geriyan û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Keştî bi pankarta bi zimanê Fransî ya bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" û bi wêneyên Ocalan hate xemilandin. Keştî demeke dirêj li nava golê geriya.

Ji bo welatiyên Swîsreyê û tûrîstên ku bi baldarî li çalakiyê temaşe dikirin, Meclîsa Jinê ya Lajin gul li derdorê belav kir.

ST. GALLEN

Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê, Kurdistaniyan li Rorschach Hafenê keştiyek kirê kirin û ji bo azadiya Ocalan geriyan. Keştiya ku bi wêneyên Ocalan hate xemilandin, bi qasî du saetan li peravên Bodenzê geriya.

Kurdistaniyên di keştiyê de bûn, ji bo azadiya Ocalan bê navber dirûşm qîriyan. Welatiyên Swîsreyê jî ji wan re li çepikan xistin.

AARAÛ

Jinên Kurd ên li bajarê Aaraû'ê li hev civiyan, pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" ya bi zimanê Elmanî bi balonan ve kirin û li navenda Aaraû'ê bi hewa xistin. Bi vî awayî daxwaza azadiya Ocalan kirin.

CENEVRE

Kurdistaniyên li bajarê Cenevreyê li hev civiyan, bi botê li ser Gola Cenevreyê geriyan û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Çalakger, tevî posterên Ocalan bi qasî saetekê li ser Gola Cenevreyê geriyan û dirûşmên ji bo azadiya Ocalan qîriyan. Welatiyên Swîsreyê jî bi baldarî çalakî şopandin. Li vê derê her wiha axaftin hate kirin, bal hate kişandin ser tecrîda li ser Ocalan û ji hêzên navneteweyî hate xwestin, ku ji bo azadiya Ocalan bi berpirsyarî rabin.