Ji bo azadiya Ocalan ji Partiya Çep a Swêdê re pêşniyar
Ji bo azadiya Ocalan ji Partiya Çep a Swêdê re pêşniyar
Ji bo azadiya Ocalan ji Partiya Çep a Swêdê re pêşniyar
Tê xwestin di kongreya Partiya Çep a Swêdê de ku dê destpêka sala pêş de pêk were, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryar were stendin û ji bo bicihhatina vê biryarê li nava Hikûmeta Swêd û Yekitiya Ewropayê hewldan bên kirin.
Di pêşniyara hevpar a ji aliyê şandeyên Partiya Çep Yekbûn Alp, Torbjorn Bjorlund, Joakîm Medîn û Jeanette Escanîlla ve hat dayîn de tê ragihandin ku sala 1999'an ji bo gelê Kurd saleke reş e û lîderê Kurdan Abdullah Ocalan di encama komployeke CIA û Mossadê ve hatiye girtin û radestî dewleta Tirk hatiye kirin.
Di pêşniyarê de hat destnîşankirin ku Yekitiya Ewropayê jî piştrast kiriye ku Ocalan di şert û mercên adîl de nehatiye darizandin, 14 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin û destûr ji hevdîtina bi parêzeran re nayê dayîn. Di pêşniyarê de hat bibîrxistin ku di sala 2005'an de3,5 mîlyon Kurdan Ocalan weke lîderê xwe yê polîtîk beyan kirine.
Xwediyên pêşniyarê diyar dikin ku gelek Kurd ji Partiya Çep hêvîdar in ku ji bo navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin bikeve nava hewldanan û destnîşan dikin ku lîderekî polîtîk nabe ku ji rêxistina xwe cuda be û yên ku PKK'ê weke perçeyek ji çareseriya polîtîk dibînin, dervemayîna lîderê wê, dê ti carî qebûl nekin.
Di pêşniyarê de hat ragihandin ku Abdullah Ocalan bi bangekê re li Tirkiyê pêvajoya aştiyê daye destpêkirin û ji bo serketina vê pêvajoyê, firsendeke durust ji Ocalan re nehatiye dayîn û hat gotin, "Ya rast, hevdîtinên navbera Ocalan û dewletê demeke dirêj dewam dikir. Lê belê ji bo pêvajo cidî were girtin, divê Ocalan azad bibe û derfetên ji bo di şert û mercên wekhev de tevbigere, bê dayîn. Girîngiya Ocalana ji bo pêvajoya aştiyê, bê guman e."