Ji bo Aslan ê HDP'yî 21 sal ceza tê xwestin

Ji bo Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan 21 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Di derbarê Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan de bi hinceta ku tevlî daxuyaniyên çapemeniyê yên demê cûda de bûye 3 îdanameyên cûda hate amadekirin. Ji bo Aslan bi hincetên 'Civînên ji derveyî qanûnan û rêxistinkirin, tevlîbûyîna meş û çalakiyan', 'Endamê rêxistinê' û 'propagandekirina rêxistinê' bi giştî 21 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

'SÛCÊ WAN' AXAFTİN Û TEVLÎBÛNA MERASÎMA CENAZEYANE

Îdanameya ku ji aliyê dadgeriya Êlihê ve hatî qebûlkirin û sûCên DI derbarê Aslan de wiha ne;

18'ê Cotmeha 2015'an meş û piştre daxuyaniya çapemeniyê,

Tevlîbûna merasîma cenazeyê Cîhat Turkan ê ku li Sûryeyê jiyana xwe ji dest dayî û axaftina li wir kirî.

Ji bo Mehmet Alî Aslanê HDP'yî bi sûcên, 'endamê rêxistinê', û 'propagandakirina rêxistinê' ji salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê tê xwetin.