Ji bo Êzîdiyan roja vejînê

Rast e, Mam Zekî jiyana xwe ji dest da, lê belê wî kir ku baweriya herî kevin a dinyayê, civaka Êzîdî ku hucreyên kok ên mirovahiyê dihewîne, bi awayekî xurttir derkeve ser dika dîrokê. Êdî Êzîdî wê bi jiyana xwe ya azad û demokratîk hebin. 

Li Şengalê di encama êrişa balafirên şer ên Tirkiyeyê de, Mam Zekî yê Êzîdiyan hat qetilkirin. Çawa ku me ji xwedîlêderketina Êzîdiyan jî têderxist, êriş ne tenê li dijî Mam Zekî hatiye kirin. Ev êriş li dijî tevahiya Êzîdiyan hatiye kirin. Heta Êzîdî vê êrişê weke dewama êrişa DAIŞ'ê ya 3'yê Tebaxê dibînin. Êzîdî hem gelekî xemgîn û hem jî gelekî hêrsrabûyî ne. Bi wî rengî ku timî nifiran dikin li dewleta Tirk û rejîma AKP'ê.

Halê hazir ên herî mezlûm ên dinyayê Êzîdî ne. Heger li ser rûyê vê erdê wê xwedî li mezlûman bê derketin, divê mirov li Êzîdiyan xwedî derkeve. Dewleta Tirk, Zekî Şengalî qetil kiriye ku mezlûmtirîn gelê dinyayê Êzîdiyan gelekî jê hez dikir. Ev êriş li dijî hesreta herî mezin a Zekî Şengalî, ango li dijî xweseriya Şengalê ye. Desthilatdariya AKP'ê li kû deverê peyva xweseriyê bibihîse, êriş dike. Ji ber vê yekê êriş bire ser Cizîr, Nisêbîn, Sûr û bajarên din ên Kurdan. Êriş ji ber vê yekê biriye ser Efrînê jî. Ji ber vê yekê jî êrişî Şengalê jî dike. Tirkiye li hundirê xwe û li derveyî xwe naxwaze ku derdorek bibe xwedî îradeya xwe bi xwe. Ango ditirse ku ew bibin xwe bi xwe. Divê her kes serê xwe bitewîne li ber desthilatdariya dewleta Tirk û AKP'ê! Desthilatdariya AKP'ê xwedîbûna li xwe, derbarê xwe de û li ser xwe biryardayînê ji bo xwe wekî mirinê dibîne. Ji ber vê yekê jî, li gorî AKP'ê, divê Kurd, Êzîdî û hemû komîn din ên etnîk û dînî ne azad bin. Yan na wê stûnên ku dewleta Tirk xwe disipêre wan wê bikevin. Ha ji ber vê yekê rêberê têkoşîna Êzîdiyan a jiyana xweser hatiye qetilkirin.

Gelo dewleta Tirk bi qetilkirina Mam Zekiyê Êzîdiyan gihîşte armanca xwe? Ma gelo ew ê pêşiyê bigire li pêşiya yekîtî û jiyana xweser a Kurdên Êzîdî? Gelo ev her du hesretên sereke yên Mam Zekî, tevî wî hatin veşartin? Piştî qetilkirina wî, xwedîderketina Êzîdiyan a bi yekîtiyê li Mam Zekî, bû sedemek ku yekîtiya Êzîdiyan xurttir bibe. Ji bo Êzîdiyan jidestdana Mam Zekî bû sûnd û qesema ji bo Êzîdxana xweser. Ev e çarenûs û diyalektîka xurtbûnê ya civakên bindest û têdikoşin. Bi dana şehîdan û berdêlan ev civak her diçe xurttir dibin û digihîjin armanca xwe.

Qetilkirina Mam Zekî wê di nava civaka Êzîdî de serdemeke nû bide destpêkirin. Bi wî rengî, çawa ku êrişa 3'yê Tebaxa 2014'an a li dijî Şengalê a DAIŞ'ê û pêkanîna fermana 74'an serdemeke nû da destpêkirin! Qetilkirina Zekî Şengalî di 15'ê Tebaxê de pêdiviya civaka Êzîdî ya bi yekîtiyê raxistiye ber çavan. Êzîdî rabûne ser piyan, bi vê hem nîşan dan ku ew civak in û hem jî bi xwe dîtin ku ew civakeke xurt in. Êdî Êzîdiyan xweliya li ser serê xwe avêtiye. Êdî ew ne civakek in ku li keviyan bimînin û hebûna xwe dewam bikin. Bi xwedîderketina li Mam Zekî, wan got, em jî hene. Wan ji 7 salî heta 70 salî nîşan da ku ji bo diyarkirina siberoja xwe ew ê li ser piyan bin. Di jiyana xwe de Mam Zekî ji bo yekîtî û jiyana xweser a Kurdan gelekî têkoşiya, bi mirina xwe jî wê civaka Êzîdî xurt kir, kir ku ew biryardar bin ji bo jiyana azad û demokratîk.

Cenazeyê Mam Zekî Şengalî, bibîranîn, civîn û meşên ji bo Mam Zekî nîşan dan ku civaka Êzîdî wê li ser rêya Mam Zekî bimeşe. Ew ê yekîtiya xwe xurt bikin û jiyana xwe ya azad û demokratîk ava bikin. Êdî bi yekîtiya Êzîdiyan bi sernexistina xweseriya Êzîdxanê wê nebe xiyaneteke li Mam Zekî, lê ew ê bibe xiyaneteke li berdêldayên 74 fermanan. Armanca ku Êzîdî berê xwe bidinê, xweseriya Êzîdxanê ye. Êzîdî hemû wê berê xwe bidin Mam Zekî ango Êzîdîxanê. Têkoşîna Mam Zekî ya Şengalê, li wir şehîdbûna wî û li wir spartina wî ya axê, mîna bangekê ye li Êzîdiyan. Li Ewrûpayê, yan jî li devereke din a dinyayê Êzîdîtî nayê heyîkirin. Ev bi wê dikare bi ser keve heger Êzîdî berê xwe bidin Êzîdxanê û xweseriya Êzîdxanê bi ser bixin. Bawerî û çand, bi tenê li ser wan erdan ku li ser wan peyde bûye, dikare bê heyîkirin; li wan deran dikare bê parastin û dewamkirin. Jixwe, jiyana Mam Zekî hemû, vê rastiyê radixe ber çavan.

Vê reşkujiya 15'ê Tebaxê pêk hatî, Êzîdî hejandine. Weke civakekê, Êzîdî rakirin ser piyan. Xwestin Êzîdiyan biperçiqînin, çavtirsandî bikin, belê encamên berevajî vê derketin holê. Ji bo Êzîdiyan ev encam derket holê, wekî din nîşanî dinyayê da ku desthilatdariya AKP'ê û dewleta Tirk hêzek in ku êrişî gelê herî mezlûm ê dinyayê dikin. Bîreweriya li ser nerewabûna hemû êrişên dewleta Tirk bi vê bûyerê re xurttir bû. Çawa ku êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Şengalê ew teşhîr kir û kir ku ew serberjêr bikeve, êrişa li dijî Şengalê wê ji bo desthilatdariya AKP'ê û dewleta Tirk jî encamên bi heman rengî derêxe holê.

Rast e, Mam Zekî jiyana xwe ji dest da, lê belê wî kir ku baweriya herî kevin a dinyayê, civaka Êzîdî ku hucreyên kok ên mirovahiyê dihewîne, bi awayekî xurttir derkeve ser dika dîrokê. Êdî Êzîdî wê bi jiyana xwe ya azad û demokratîk hebin. Weke yekê ji dewlemendiyên herî bedew ên mirovaniyê ew ê jiyana xwe bi awayekî hew birûxe, bibin siberojê.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA