Ji bo 10 girtiyên Kurd ên Îran amadekariya darvekirina wan dike, bang

Ji bo 10 girtiyên Kurd ên Îran amadekariya darvekirina wan dike, bang

Komeleya Yekbûyî ya ji bo Îranek Azad ku li Swêdê hate avakirin ji Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Margot Wallstrom, partiyên siyasî û parlamenteran nameyek şand û ji bo 10 girtiyên siyasî yên ku Îranê ji bo darvekirinê amadekariyan dike bang hat kirin ku bikevin nava tevgerê.

Komeleyê diyar kir ku 10 girtiyên li Girtîgeha Urmiyê dimînin bi rîska darvekirinê re rû bi rû ne û got: “Hemû girtî bi sûcdariyên weke ‘li dijî xweda şer dane destpêkirin, li dijî Îslamê propagandayê dikin’ tên sûcdarkirin û got: “Rejîma Îranê di demên dawî de şoreşger û rewşenbîran bi cezayên giran ceza dike.”

Komeleyê  ji Wezîrê Karên Derve Margot Wallstrom daxwaz kir ku Sefîrê Îranê gazî rayedarên xwe bike û daxwaz bike ku darvekirin bên rawestandin û hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Tê gotin ku yên ku bi rîska darvekirinê re rû bi rû ne girtiyên Kurd ên siyasî  Îbrahîm Îsapour, Edrîs Mavaneh, Samî Husseînî, Sayed Jamal Mohammadî, Behrouz Ala Khanî, Mansour Arvand, Sîrvan Nejavi, Elî Ehmed Soleiman û Elî Afshari  û birayê wî Habibollah Afshari ye.

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh jî pêşnûmepirsek nivîskî da û ji hikûmeta Swêdê daxwaz kir ku ji bo rawestandina darvekirinan bikevin navberê. Di pêşnûmeyê de hat gotin ku piştî hilbijartinên Serokkomariyê û îmzekirina bernameya nukleerê ya di navbera DYA û Îranê de binpêkirina mafan nayê dîtin.

Di pêşnûmeyê de tê destnîşankirin ku rewşa ciwana bi navê Reîhaneh Jaabarî yê 26 salî bi darvekirinê re rû bi rû ye. Jaabarî bi sûcdariya ku kesê ew tacîz kiriye, kuştiye cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Kakabaveh ji wezaretê pirsa; hûn li dijî binpêkirina mafan û darvekirinan çi dikin? pirsî.

Serokê Nivîskarên Îranê yên li Sirgûnê PEN, Bahram Rahmanî jî got ku di dema Serokkomariya Ehmedînecad de salê nêzî 500 kesî dihatin darvekirin û piştî Hesen Ruhanî hate hilbijartin şûnde salê nêzî 900 kesî hatin darvekirin. Rahmanî got: “Rejîmê bi welatên rojava re peyama Nuklerê îmze kir û zextên li ser nivîskar, hunermend û karkeran zêde kir. Piştî zêdekirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê rejîma Îranê Rojhilatê Kurdistanê xist bin dorpêçê. Zextên li ser Kurdan zêdetir bûn.”