Ji BKA'yê rapora Kobanê!

Ji BKA'yê rapora Kobanê!

Êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê li Elmanyayê yekîneyên ewlehiyê xist alarmê. Li Hamburg û Celleyê li dijî Kurdan êrîş pêk hatin û  Daîreya Sûc a Elmanyayê (BKA) der barê Kobanê de raporeke veşarî amade kiriye. Di raporê de  tê gotin ku ger Kobanê bikeve wê Kurd Enqere û hêzên navneteweyî berpirs bibîne.

Li Hamburg û Celle ya Elmanyayê ev 48 saet e êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kurdan di rojeva Elmanyayê de ye. Li Celleyê roja Duşemê piştî êrîşa alîgirên DAIŞ’ê ya li hemberî Êzidiyan bûyer derketibûn û vegeriya bûn pevçûnan. Li bajar alozî îro jî berdewam kir.

ALÎGIRÊN DAIŞ’Ê BI KOMAN ÇÛN CELLE

Rojnameya Cellesche Zeîtung diyar kir ku nêzî 100 Selefîst ji bo êrîşî Êzidiyan bikin çûne bajar. Lê Kurdên ku li Celleyê dijîn agahî dan ANF’ê û diyar kirin ku ji hemû bajarên Elmanyayê nêzî 200 alîgirên DAIŞ’ê hatine Celleyê. Polîsan jî diyar kir ku nêzî 100 kesî tevlî bûyerê bûne û 6 kes birîndar bûne.

Hilbijartina Celleyê ne tesaduf e. Ev bajarê ku nifûsa wê 70 hezar e li Elmanyayê wek bajarê Êzidiyan tê zanîn. Li Celleyê tevî ku tê zanîn nêzî 10 hezar Êzidî dijîn, polîsan hatina koman asteng nekir.  Endamê Lijneya Rêveberiya Federasyona Komeleyên Êzidî (FKÊ) Yilmaz Kaba diyar kir ku li bajar rewş normal e û banga hestiyariyê li Êzidiyan kir.

NEYÊN PROVAKASYONAN

Kaba wiha got: “Me bi malbata Çeçen ku roja Duşemê rastî êrîşê hat re hevdîtin kir. Wan got komên ku piştre hatine nas nekirine û ji bo alîkariyê gazî tu kesî nekirine. Em wekê FKÊ niha ji bo gelê xwe dibêjin rojeva me Şengal, Kobanê û serhildanên Kurdistanê ye. Bila tu kes neyên provokasyonan.

Êrîşeke bi vî rengî li Hamburgê hat jiyîn. Komeke qerebalix a li qada Steîndamm a nêzî komeleya Kurd hate cem hev û di navbera wan û Kurdan de pevçûn derket, polîs îro li bajar di alarmê de bû. Îro li Hamburgê Kurdan bi girseyî êrîş protesto kirin û polîs got ku 14 kes birîndar bûne.

XETEREYA KOBANÊ DIZANÎBÛN

Derket holê ku yekineyên ewlehiya Elmanyayê dizanîbûn ku ji êrîşên DAIŞ’ê ev bûyer derketin. Kovara Der Spîegel di nûçeya xwe de diyar kir ku Daîreya Sûc a Elmanyayê (BKA) der barê bûyerên ku li Elmanyayê pêk bên de raporek veşarî amade kiriye.

Di raporê de tê gotin ku di rewşa ku Kobanê bikeve destê DAIŞ’ê wê li bajar komkujî pêk bê û got: “Yekem cihê ku bûyer lê belav be Elmanyaye.” Li gorî raporê tê gotin ku ji ber bûyerên Kobanê PKK hestiyar bûye û ji ber vê yekê dikarin tevlî bûyerên şîdetê bibin.

Her wiha gotin ku ger Kobanê bikeve wê Kurd Enqere û hêzên navneteweyî berpirs bigire û hat gotin ku wê li Elmanyayê kargehên Tirk, banka û şîrketên rêyên hewayî hedef bên girtin