Ji berdevkê Serokkomar tehdîda li ser Efrînê
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin bi gotinên ‘Ji bo dagirkirina Efrînê her tişt amade ye’ Efrîn tehdîd kir.
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin bi gotinên ‘Ji bo dagirkirina Efrînê her tişt amade ye’ Efrîn tehdîd kir.
Êrîş û tehdîdên AKP’ê yên li ser destkeftiyên gelê Kurd didome.
Berdevkê Serokkomarê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji bo dagirkeriya Efrînê amadekariya hemû tiştan hatiye kirin.
Kalin got: “Heke pêwist be, em ê têkevin Efrînê. Ji bo operasyonê her tişt temam e. Tirkiye ji bo ewlekariya xwe, wê di dem û cihên pêwist de mudaxeleyê bike.”
Kalin têkildarî herêmên bê şer ên ku di civîna Astanayê bi Rûsya û Îranê de li hev kiribûn jî ev tişt got: “Çarçoveya wê herêmê bi hevdîtinên bi Rûsya û Îranê re diyar bû. Êrîşên hewayî hatin sekinandin. Em hewl didin ku ev wisa bidome.”
Kalin ji bo referandûma li Başûrê Kurdistanê jî wiha anî ziman: “Me hişyariyên pêwist kir. Heke bi paş ve gavan biavêjin em ê bi erênî nêz bibin.”