Ji ber şerê li Sûriyeyê nexweşiyên giran li zarokan der dibin
Li gorî rapora saziya alîkariyê ya bi navê Save the Children ve hat amadekirin, şerê navxweyî yê li Sûriyeyê tevî gelek nexweşiyan bandoreke giran li psîkolojiya zarokan dike.
Li gorî rapora saziya alîkariyê ya bi navê Save the Children ve hat amadekirin, şerê navxweyî yê li Sûriyeyê tevî gelek nexweşiyan bandoreke giran li psîkolojiya zarokan dike.
Di çarçoveya xebatên amadekirina raporê de li Şam, Heleb û Hûmisê hevdîtin bi 460 zarok û ciwanên di emrê zarokatiyê de ne hat kirin. Li gorî rapora bi sernavê "Birînên nayên dîtin", gelek înfazên ji aliyê çeteyan ve hatine kirin, li pêş çavên zarokan hatine kirin.
Di raporê de hat ragihandin, bi mîlyonan zarokên li vî welatî, bi vî şerê ku ketiye sala 7'an mezin bûne û ji bilî şer tiştek nedîtine. Raporê diyar kir, şer di nava zarokan de rê li ber xisarên psîkolojîk vekiriye ku tedawiya wan nepêkan e.
Li gorî raporê, ji ber tirsa înfazên li pêş çavên wan hatin kirin, zarok bi 'stresa toksîk' mezin dibin. Hat destnîşankirin, ku stresa toksîk ku forma herî giran a stresê ye, her tim zerar daye pêşketina zarokan.
Di raporê de hişyarî tê dayîn, ku eger ev yek herdemî be, wê rê li ber bandorên mezin veke û heta dawiya emrê xwe wê zarok di binê vê bandorê de bin. Her wiha hat gotin, ev yek wê rê li ber nexweşiyên dil, bikaranîna madeyên narkotîkê, depresyon û gelek nexweşiyên din ên fîzîkî û psîkolojîk veke.
Di dewama raporê de hat ragihandin, ji destpêka şerê li Sûriyeyê û vir ve zêdeyî 3 mîlyon zarok ji dayik bûne û van zarokan ji bilî şer tiştekî din nedîtine.
Rapora navborî li New Yorkê hat eşkerekirin. Rayedarên Save the Childrenê bang li aliyan kirin, ku şer li derveyî cihê sivîlan, li derveyî dibistan û nexweşxaneyan bimeşînin. Rayedaran her wiha xwestin, dorpêçiya ji ber şer li ser hin bajarana hene, bê rakirin.