Ji ber ku kincên paqij li xwe dike nehate berdan
Kadîr Karabak ku nêzî 7 sal in girtî ye, cara çaran berdana wî hate taloqkirin. Yek ji hincetên taloqkirinê jî ew e ku kincê paqij li xwe kiriye û kêm pirtûk xwendiye.
Kadîr Karabak ku nêzî 7 sal in girtî ye, cara çaran berdana wî hate taloqkirin. Yek ji hincetên taloqkirinê jî ew e ku kincê paqij li xwe kiriye û kêm pirtûk xwendiye.
Kadîr Karabak ku dema li Antalyayê dixebitî bi gotinên îtirafkarekî hate binçavkirin û piştre hate girtin, berdana wî çend caran hate taloqkirin. Beriya niha sê caran berdana Karabak hate taloqkirin û cezayên dîsîplînê lê hatin birîn.
Kadîr Karabak di Nîsana 2017'an de li Antalyayê hate binçavkirin, ew anîn Dersimê, li vê derê bi gotina 'Diçe Kobanê û Rojava û tê' ya îtirafkarekî hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê. Karabak li vê derê tevî Esat Nacî Yildirim ê di heman hucreyê de bû, ji ber zêdebûna binpêkirina mafên mirovan, destpêkê kete greva birçîbûnê, piştre jî dest bi rojiya mirinê kiribû. Dema ku çalakî gihîşt rojên 300'î rêveberiya girtîgehê daxwazên wan qebûl kir û Karabak li ser vê yekê dawî li rojiya mirinê anî. Ji vê derê jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hate kirin.
BERDANA WÎ TIMÎ TÊ TALOQKIRIN
Cezayê ku ji ber doza bi îdîaya 'Endametiya TKP-ML' lê hatibû birîn di 15'ê Mijdara 2022'an de qediya, lê belê nehate berdan. Çend roj beriya bidawîbûna ceza bêyî hincet bê nîşandan berdana Karabak ji bo sê mehan hate taloqkirin û zexta rêveberiya girtîgehê zêde bû. Dihate payin ku Karabak di Çileya 2023'an de bê berdan lê careke din nehate berdan.
TÊKILIYA RÊXISTINÎ YA BI KEÇÊN XWE YÊN DIÇIN DIBISTANA SERETAYÎ!
Desteya Rêveberiya Girtîgehê ji bo hinceta biryara taloqkirina berdana Karabak, îdîa kir ku Karabak têkiliyeke rêxistinî bi keçên xwe re daniye ku keçeke wî diçû pola destpêkê ya dibistana seretayî, keça wî ya din jî diçû pola sêyemîn a dibistana seretayî.
Piştî taloqkirina duyemîn, dihate payin ku Karabak di meha Nîsanê de bê berdan, lê belê nehate berdan. Desteyê vê carê jî îdîa kir ku bi 'gardiyanan re xwedî têkiliyeke baş nîne' berdana Karabak taloq kir.
BI HINCETA KU 'KÊM PIRTÛK XWENDIYE'
Biryara dawî ya taloqkirina berdana Karabak di Cotmeha 2023'an de hate dayin. Bi îdîaya ku poşman nebûye biryar hate dayin. Her wiha ji ber ku girîngiyê dide paqijiyê, kincên paqij li xwe dike û kêm pirtûk xwendiye, nehate berdan. Karabak piştî biryara dawî ya taloqkirina berdana wî bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir û anî ziman ku rêveberiyê jê re gotiye 'tu çi dike bike, em ê te bernedin'.
DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE
Karabak diyar kir ku li hemberî biryara taloqkirina berdana wî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kiriye. Karabak dixwaze bê berdan û dawî li binpêkirina mafên mirovan bê anîn. Greva birçîbûnê ya Karabak 2 meh in dewam dike.