Ji ber ku bi Kurdî axivî êrîşî kalekî 74 salî kirin

Ekrem Yaşli yê ku li Nexweşxaneya Zanîngeha 18’ê Martê bi hevjîna xwe ya nexweş re axivî, li nexweşxaneyê êrîşî wî hate kirin.

Li Nexweşxaneya Zanîngeha 18’ê Martê ya li Çanakkaleyê ji ber ku bi Kurdî axivîn êrîşî Bedriye Yaşli (71) û Ekrem Yaşli (74) hate kirin.

Ekrem Yaşli dema bi hevjîna xwe re bi Kurdî axivî, kesekî din ê li odeya nexweşxaneyê nerazîbûn nîşanî wî da û got “Ev der Dewleta Komara Tirkiyeyê ye” û ji odeyê derket. Piştî ku ji odeyê derket vê carê bi şûşeyeke sodayê êrîşî Ekrem Yaşli kir. Yaşli li heman nexweşxaneyê hate tedawîkirin.

Hate diyarkirin ku serî li Şaxa Çanakkaleyê ya ÎHD’ê hatiye dayîn.