Ji ber heqareta li Erdogan ceza li zarokê 13 salî birrîn

Li Stenbolê bi hinceta ku heqaret li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kiriye, salek û 9 meh ceza dan zarokekî 13 salî.

Hate îddîakirin ku zarokê bi navê A.Ş di parvekirina xwe ya di facebookê de heqaret li Erdogan kiriye.

Salek berê doz hatibû vekirin. Hate diyarkirin ku Erdogan gilîkirin bi paş ve kişandiye lê dadgeha girêdayî Erdogan cezayê 3 salan ê girtîgehê da. Ji ber ku A.Ş. 15 salên xwe tijî nekiriye, ceza bû salek û 9 meh.

Bi şertê ku zarok di salekê de heman sûcî neke dadgehê ceza taloq kir.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul a di 6’ê Cotmehê de 2 hezar û 671 zarok di girtîgehê de ne.