Ji BDP’ê têkildarî komkujiya Helebçeyê daxuyanî

Ji BDP’ê têkildarî komkujiya Helebçeyê daxuyanî

Navenda Giştî ya BDP'ê kesên di Komkujiya Helebçe de jiyana xwe ji dest dan bi bîranîn û wiha got: "Hêzên navneteweyî yên bi awayekî polîtîk piştgirî dan dîktatoriya Seddam hêj hesaba rola wan a di vê komkujiyê de li hemberî dîrok û mirovahiyê nedane."

Navenda Giştî ya BDP'ê têkildarî salvegera Komkujiya Helebçeyê de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, hemû komkujî li hemberî dîroka mirovahiyê gelek bi êş in. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, mirovahiya li hemberî komkujiyan bêdeng di dilê mirovan de birînên neyên dermankirin pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ji wan komkujiya yek jî Komkujiya Helebçeyê ye û wiha hate gotin: "Di komkujiya ji aliyê dîktator Seddam ve bi çekên kîmyewî û biyolojîk pêk hat de zêdehî 5 hezar kurdan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî seqet man. Bandora van çekan hêj berdewam dike. Piştî komkujiyê demek dirêj şûnda dîktatoriya Seddam hilweşiya û lê ev yekê ji bo êşên kurdan sivik bike têrê nekir. Ji ber ku rola hêzên navneteweyî yên bi awayekî polîtîk piştgirî didan dîktatoriya Seddam a di vê komkujiyê de hêj li hemberî dîrok û mirovahiyê hesabê wê nehatiye dayîn. Hêj berpirsyarên sûçê mirovahiyê yê hate kirin nehatiye dayîn. Weke Helebçe di 12'ê Adara 2004'an de rejîma Sûriyeyê li Qamişloyê jî 30 Kurd qetilkiirn û herî dawî li Roboskiyê 34 Kurd qetil kirin. Heta komkujî bi her awayî de neyê zelalkirin, hesaba qirkirina pêk hatin neyê pirsîn, ramana qirkirinê neyê darizandin şopa komkujiyan nayê jêbirin û pêşiya komkujiyên nû nayê girtin."

Di daxuyaniyê de kesên di komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest da hatin bîranîn.