Ji BDP'ê serlêdana ‘provokasyonê’
Ji BDP'ê serlêdana ‘provokasyonê’
Ji BDP'ê serlêdana ‘provokasyonê’
Navenda Giştî ya BDP'ê li hemberî provokasyonên li dijî Cejna Newrozê pêk bên, tedbîr bên girtin serî li Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk da.
Navenda Niştî ya BDP'ê têkildarî kampanyayên nijadperest ên li ser çapemeniya civakî yên provokatîf ên li heremberî Cejna Newrozê tên meşandin daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, ji bo pîrozbahiyên Newrozê tedbîr bên girtin serî li Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk hatiye dayîn û wiha hate gotin: "Bi taybet ji bo Newrozên Dîlok, Stenbol û Îzmîrê demek li ser medyaya civakî kampanyayên provokasyonê tên meşandin. Ji bo pîrozbahiyên Newrozê sabote bikin bang tên kirin û kampanya tên meşandin. Ji bo provokasyon û êrîşek pêk bê tedbîr bên girtin serî li Wezareta Karên Navxweyî hate dayîn."