Ji BDP’ê bo Ceylan Onkol daxwaza lêkolîna meclisê
Ji BDP’ê bo Ceylan Onkol daxwaza lêkolîna meclisê
Ji BDP’ê bo Ceylan Onkol daxwaza lêkolîna meclisê
Wekîlê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken di derbarê bûyera Ceylan Onkol ya ku li Licê jiyana xwe ji dest da, xwest lêkolîna Meclisê bê vekirin. Baluken di derbarê mijarê de bi daxwaza ku Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erodgan bersivê bide pirsnameyek pêşkêş kir.
Parlamenterê BDP’ê yê Çewlîkê û wekîlê Koma BDP’ê Îdrîs Baluken di derbarê bûyera Ceylan Onkol ya ku di 28’ê îlona 2009’an de li gundê Şenlîk ya Licê dema sewalên xwe diçêrand û di encama teqemeniya leşkeriyê de jiyana xwe ji dest da, xwest lêkolîna Meclisê bê vekirin.Baluken di pêşnûmeya xwe de diyar kir ku, pêkanînên keyfî yên saziya artêşa her tim di qada darizandin û rêveberiyê de bandorê dike û got: “Ev rastiya ku ji bo saziya artêşê hatiye pêşkêşkirin, wek zilm û mirinê li gel vedigere. Ji bo kesên di artêşê de cih girin, qanûn nayên nasandin, ev ferasên wisa piştî demekê her tişt ji bo xwe rewa dîtine”
DI DEMA AKP’Ê DE HAT QETILKIRIN
Baluken got, li pişt kuştinên Tirkiyeyê kesên navdar yên artêşê dertên û got: “Di bombekirina Pirtûkxaneyê de jî kesên serê artêşê yên wekê 'zarokên baş’ hebûn. Bi vê têgehê re ev rewa kirin. Li gel propandayên AKP’ê yên ku me Tirkiye normal kiriye, demokratîk kiriye jî, li Tirkiyeyê destnedana saziyên artêş û kesên di nav artêşê de cih digirin didome. Her wiha lêçûnên wan yên aborî jî nayên lêkolîn kirin. Dîsa mînaka herî diyar kuştina zaroka 12 salî Ceylan Onkol bû. Dema Ceylan Onkol hat kuştin, înkarkirin ku Onkol bi teqeymeniya ji taburê hatiye avêtin, nehatiye kuştin.
Dema Onkol hat kuştin Waliyê Demî yê Amedê Huseyîn Avnî Mutlu îdia kir ku, Onkol bi teqemeniya ku li erdê dîtiye dema avêtiye jiyana xwe ji dest daye.
Baluken diyar kir ku, birayê Onkol Rifat Onkol diyar kiriye dema çûne cihê bûyerê bedena Ceylanê parçe bûye û bombe ji Tabura Tapantepe hatiye avêtin.
Bakuken bi armanca ku Erdogan bersiva wî bide pêşnûyeke pêşkêş kir û got; Heta niha di derbarê bûyerê de li çend personelên leşkerî lêpirsîn vebû? Ev kîne? Rutbeyên wan çine? Çend lêpirsînên hiqûqî vebûn? Çima delîl nehatin berhevkirin, hinceta biryara neşpondinê çiye? Û gelekên din pirsî.