Ji Başûrê Afrîkayê peyama piştgiriya ji bo gelê Kurd
Partiya Komunîst a Başûrê Afrîkayê, komkujiya li Enqereyê şermezar kir.
Partiya Komunîst a Başûrê Afrîkayê, komkujiya li Enqereyê şermezar kir.
Partiya Komunîst a Başûrê Afrîkayê, komkujiya li Enqereyê şermezar kir.
Partiya Komunîst a Başûrê Afrîkayê (SACP), der barê komkujiya li Enqereyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em dixwazin ragihînin ku em piştgiriya şoreşgerî didin gelê Kurd. Kiryar û pêkanînên li hemberî gelê Kurd ne cudahî pêkanînên li hemberî me Afrîkiyan ji aliyê rejîmên nîjadperest ên kolonyalîst ve hatin kirin e."
Di daxuyaniyê de hat argihandin ku pêkanînên civakî, aborî û siyasî zemîn ji komkujiyê re amade kirine û komkujî hat şermezarkirin. SACP ji bo çareseriyê jî destnîşan kir ku divê Kurd bi awayekî demokratîk karibin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin.