Ji Baselê heta Strasboûrgê meşa dirêj a li dijî tecrîdê

Siyasetmedar, nûnerên saziyan û hunermend jî di nav de gelek kesayetên navdar xwe amade dikin ku bi dirûşma "Em tecrîdê bikişînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin" ji Baselê heta Strasboûrgê bimeşin.

Di salvegera 20'î ya komploya navneteweyî de, siyasetmedar, nûnerên saziyan û hunermend jî di nav de 150 kes wê bi dirûşma "Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin" ji bajarê Baselê yê Swîsreyê heta bajarê Strasboûrg ê Fransayê bimeşin. Meşa dirêj wê di navbera 9-15'ê Sibatê de pêk were.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) çalakiyê organîze dike. Meş wê 9'ê Sibatê saet 11'an li bajarê Baselê bi beşdariya bi hezaran kesî bi mîtîngekê dest pê bike. Tevî 150 meşvanên rêya dirêj, wê Kurdidstanî û dostên wan jî bi rengekî girseyî tevlî roja destpêkê ya meşê bibin.

Ji komîteya amadekar a meşê û endama Tevgera Jinên Kurd Newroz Serhat li ser meşê agahî da ANF'ê û diyar kir, amadekariyên teknîkî yên meşê hemû qediyane. Newroz Serhat bi bîr xist, meş di demeke welê de pêk tê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan berxwedana grevên birçîbûnê didomin, lewma gelekî girîng e. Newroz Serhat got, wê bi meşa dirêj re berxwedana bêhempa ya li dijî tecrîdê mezintir bikin. Endama komîteya amadekar diyar kir, kesên ku li nava raya giştî naskirî ne wê pêşengiyê ji meşa dirêj a ji Baselê heta Strasboûrgê re bikin û got, meş wê 7 rojan bidome û di her gavê de wê daxwaza rakirina tecrîdê û serbest Ocalan bikin.

BI ROJÊ MEŞ, ÊVARÊ JÎ PANEL

Di dewama axaftina xwe de Newroz Serhat anî ziman, meş wê bi giranî li navendên bajaran ên li ser rêgeha wan e pêk were û ragihand, bi rojê wê bimeşin, êvarê jî tevî bernameyên çandî wê li ser tecrîdê û pêvajoya siyasî panelan organîze bikin.

Newroz Serhat destnîşan kir, bi meşê re ew dixwazin li dijî tecrîdê encamekê bi dest bixin û wiha dewam kir: "Beriya her tiştî armanca meşê azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye. Çawa ku di dirûşma meşê de jî hatiye ragihandin, berê me li parçekirina tecrîda li Îmraliyê ye, berê me li afirandina şert û mercên jiyana azad a Rêberê me ye. Bi meşa xwe re em dixwazin bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser vê armanca xwe û işaret bi grevên birçîbûnê bikin."

'DIVÊ DAWÎ LI BÊDENGIYÊ BÊ ANÎN'

Newroz Serhat bi bîr xist, grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê di asta krîtîk de ne û got, "Meşa me wê bibe beşek ji berxwedana heyî. Di serî de rewşa hevala Leyla Guven, rewşa tenduristiyê ya hevalên me hemûyan li asta krîtîk e. Berxwedan bi bîr û baweriyeke mezin dewam dike, lê hem li nava raya giştî hem jî li qada navneteweyî bêdengî heye. Meş wê di heman demê de li dijî vê bêdengiyê be. Hem di komployê de hem jî di tecrîdê de em bi berpirsyariya hêzên navneteweyî zanin. Ji ber vê yekê gelê Kurd nih ali her derê li ber xwe dide û polîtîkayên qirêj ên serdestan li rûyê wan dixe."

BERXWEDANA AZADIYÊ YA KURDAN

Newroz Serhat anî ziman, berxwedana Leyla Guven êdî gihaştiye asteke navneteweyî û got, "Dinya di şexsê jinên Kurd de careke din şahidiyê ji berxwedana azadiyê ya gelê Kurd re dike. Berxwedana Leyla û hevalên me, polîtîkayên serdestan dihejîne. Em ê jî bi vê meşa xwe van polîtîkayên dihejin deşîfre bikin, berxwedana xwe mezintir bikin û Rêberê xwe azad bikin. Çawa ku Çiyager got, çi dibe bila bibe encam wê bêhempa be!"