Ji AvEG-Konê bo çalakiyan bang
Ji AvEG-Konê bo çalakiyan bang
Ji AvEG-Konê bo çalakiyan bang
AvEB-Kon ku banga bilind kirina têkoşîna li dijî zîrveya di 14-15’ê Adarê ya ji aliyê dewletên YE’yê pêk tê kir û diyar kir ku, di encama biryarên ku dê di zîrveya YE’yê de bê girtin de dê li welatên Ewropayê hejmara betalan 2 milyon zêde bibe û diyar kirin ku, herî zêde dê jinên betal û yên hevjînê wan tune ji vê para xwe bigirin.
Federasyona Penaberên Bindest yên Ewropayê (AvEG-Kon) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku, dê bi Yekitiya Sendîkayên Ewropayê (ETUC) re di 13’ê Adarê de li seranserê Ewropayê di 14’ê Adarê de jî li Brukselê dê çalakiyan pêk bînin û bang kir ku, dvê têkoşîn mezintir bibe.
Di daxuyayaniyê de dewletên YE’yê di navbera 14-15’ê Adarê de zîrveyê pêk tînin û hat diyar kirin ku, di encama biryarên vê zîrveyê de mafên kedkar û karkeran di 2013’an de zêdetir kêm bibe.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, di encama biryar û pêkanînan de dê li welatên YE’yê hejmara betalan 2 milyon zêde bibe û her wiha dê herî zêde jin bipelçiqin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Welatiyên teqawît, bi maaşa ku digirin, derbas nakin. Bi taybet karkerên penaber û ciwan beşeke wan ya mezin betalin. Li welatên wekê Ispanya û Yewnanîstanê ji sedî 50 ciwanan betalin.
Pergala kapîtalîst ji bo ciwanan pêşerojê amade nake. Ciwanên dibistanê diqedînin kar nabînin. kesên dixwazin pîşeya xwe bidodmînin, cih nabînin. Ciwan bi pirsgirêkên civakî û tenduristiyê re rû bi rûne. Ji bo vê divê em têkoşîna xwe ya li dijî biryarêndi zîrveyê de derdikeve divê bilind bikin.”