Ji ATÎF Û AGÎF’ê banga tevlîbûna meşa Dusseldorfê

Ji ATÎF Û AGÎF’ê banga tevlîbûna meşa Dusseldorfê

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li her derê Ewropayê tên protestokirin. Ji bo meşa ku sibê li Dusseldorfê pêk bê banga tevlîbûnê hate kirin. Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî û Federasyona Karkerên Penaberan a Elmanyayê daxuyanî dan û ji bo meşa sibê banga tevlibûnê kirin.

Sibê li Dusseldofê wê meşeke ku Kurd û aliyên demokrat tevlî dibin pêk bê.

ATÎF: BILA TEVLIBÛNEK BIHÊZ PÊK BÊ

Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropayê (ATÎF) daxuyaniyek da û banga tevlîbûna meşê kir.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku ji hêzên emperyalîst tên xwedîkirin li Kobanê êrîşên xwe zêde kirine. Kobanê li herêmê xwedî taybetiyek girîng e. Êrîşên li ser pir giran in. Kurd bi hemû hêza xwe li dijî êrîşan li be xwe didin. Ev êrîş tenê li ser Kurdên Kobanê nîne. Ev êrîş li dijî hemû şoreşger û welatparêzan e. Ji ber vê êrîşa pêk tê divê em weke li me hatiye kirin qebûl bikin û bibin bersiv.

Ji ber vê em bang li hemû karker, jin, penaber, ciwanan dikin ku bikevin çalakiyan û roja Şemiyê bi girseyî tevlî meşa Dusseldorfê bibin.”

AGÎF: ZÊDETIR ÇALAKÎ ZÊDETIR BERXWEDAN

Federasyona Karkerên Penaber ên Elmanyayê (AGÎF) daxuyaniyek da û diyar kir ku ev 23 roj e gelê Kurd li dijî rêxistina terorê DAIŞ’ê li ber xwe dide û gelê Kobanê ne tenê ji bo xwe ji bo hemû mirovahiyê li ber xwe dide.

AGÎF’ê da zanîn ku Kobanê her roj her saet û her deqe destaneke dîrokî dinivîse û got: “Kobanê bi komkujiyê re rû bi rû ye. Paşverûyên cîhanê bêdeng in û li benda xistina Kobanê ne. Bêdengî sûc e. Ji ber li dijî berxwedana Kobanê bêdeng mayîn, tê wateya piştgirîdayîna DAIŞ’ê.

Em wek AGÎF bang li hemû penaberan dikin ku bi girseyî tevlî meşa 11’ê Cotmehê ya Dusseldorfê bibin.