Ji Asayîşa Rojavayê Kurdistanê banga hişyariyê

Ji Asayîşa Rojavayê Kurdistanê banga hişyariyê

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ji bo ewlekarî û parastina sivîlan bang li gel, rêxistin û partiyên siyasî kir ku çalakî û munasebetên xwe di vê demê de rawestînin.

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ji bo ewlekarî û parastina sivîlan bang li gel, rêxistin û partiyên siyasî kir ku çalakî û munasebetên xwe di vê demê de rawestînin.Têkildarî mijarê Rêvebrê Giştî ya Asayîşa Rojava daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di vê demê de herêma Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên hovane yê ji aliyê komên îslamiyê tundraw bi awayekî plan tên.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, gelek hewldan hatin kirin ku herêmê ber bi şerekî navxweyî bikişînin, ewlekariya herêmê têk bibin û li dijî hebûna gelê Kurd tevbigerin. Di daxuyaniyê de bang li gelên Rojavaya Kurdistan, sazî û rêxistinên siyasî kir ku, ji bo parastina ewlekariya sivîlan di vê demê de çalakî, şahî û dawetan rawestînin.