Ji artêşa Tirk îddîaya "Me li Geliyê Tiyarê çeka kîmyewî bikar neanî"
Ji artêşa Tirk îddîaya "Me li Geliyê Tiyarê çeka kîmyewî bikar neanî"
Ji artêşa Tirk îddîaya "Me li Geliyê Tiyarê çeka kîmyewî bikar neanî"
Dozgeriya Leşkerî ya Serokatiya Fermandariya Artêşa Tirk, di lêpirsîna xwe ya li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li Geliyê Teyarê, ku di encamê de 36 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan, îddîa kir ku çeka kîmyewî nehatiye bikaranîn û pêwistî bi şopandina bûyerê nîne.
Dozgeriya Leşkerî ya Serokatiya Fermandariya Artêşa Tirk, lêpirsîna xwe ya li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya sala 2011'an li Geliyê Teyarê de, ku di encamê de 36 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan, bi dawî kir. Lêpirsîn li ser serlêdana malbatên 36 gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin kuştin, destpê kiribû. Dozgeriya Leşkerî ya Serokatiya Fermandariya Artêşa Tirk, 17 madde weke hincet nîşan da û biryara "pêwistî bi şopandinê nîne" da.
Xizmên gerîla di 6'ê Qanûna sala 2011'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dan û diyar kir, ku li ser cenazeyên zarokên wan şopên şewatê hene, li devera laşê wan kesk bûye û şûna ti fîşekan nîne. Malbatan ji ber vê yekê ji bikaranîna çeka kîmyewî fikar kirin û gilî kiribûn. Parlamenterên BDP'ê jî bi pêşniyarpirsan ev mijar xistibû rojeva meclîsê. Dozgeriya Komarê ya Fermandariya Artêşa Tirk îddîa kir ku di bûyerê de ne çeka kîmyewî "çeka konvansiyonel a klasîk" hatiye bikaranîn.