Ji artêşa Tirk êrîşên hewan û obusan
Ji artêşa Tirk êrîşên hewan û obusan
Ji artêşa Tirk êrîşên hewan û obusan
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê, diyar kir ku artêşa Tirk ji Qereqola Oramar li hember herêmên gerîla êrîşên hewan û obûsan pêk tîne, gerîla bersiv dide wan û du leşker hatine kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê da xuyakirin ku 11’ê Cotmehê li hember herêma Oramar û Heftenîn topbaran çêbûye û li Zapê keşf pêk hatiye.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê destnîşan kir ku li Oramar di encama çalakiya sûîqestê de du leşker hatine kuştin û wiha hat gotin, "11’ê Cotmehê saet di navbera 10:30 û 11:00’an de ji qereqola Oremar a di kontrola artêşa dagirker a Tirk de li hember qadên Şehîd Xefûr û Şehîd Rehîme bi obus û hewanan bombardûmanek pêk hatiye. Li ser bombardûmanê gerîlayên me bi çekên giran bersiv dane qereqola Oremar. Dîsa gerîlayên me li hember Qereqola Oremar çalakiyeke sûîqestê pêk anîne. Di encama sûîqestê de 2 leşker mirine. Ambulansa hatiye cihê bûyerê mirî û birîndar birine. Di encama bombardûmana li hember qada Şehîd Xefûr şewat derketiye û heta şevê dewam kiriye. Artêşa dagirker a Tirk her wiha li herêma Bêsosin a Şemzînan hewl dide li girê Koordîne qereqoleke nû çêbike. Li hemberî vê qereqola ku nû hatiye destpêkirin, gerîlayên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê kepçeyeke aîdî artêşa Tirk hatiye şewitandin.
11’ê Cotmehê saet di navbera 10:30 û 12:00’an de artêşa Tirk a dagirker li hemberî herêmên Tepê Gomankê, Girê Berxa û Dertê yên girêdayî herêmên Oremar–Şitazin topbaran pêk aniye. Her wiha li hember van herêman êrîşa bi obûsan jî pêk aniye. "
Têkildarî êrîşên li herêma sînor a Heftenîn jî wiha hat gotin, "11’ê Cotmehê saet di navbera 02.00 û 18.30’an de li hember girê Çete û Meymûn ên li ser sînorê herêma bênavber û li hember herêmên Şehîd Kendal, Şehîd Erdal, Deriyê Davetiya, Şehîd Mervan, Girê Nêriya, Kilika Sînor vû Dola Hesret êrîşên bi obûs û hewanan pêk hatine. Gerîlayên me bersiv dane vê êrîşê. Dîsa îro danê sibehê saet 05.45 artêşa Tirk ji girê Şivan li hember herêma Tepê Keçel êrîşa bi hewan û obûsan pêk aniye. Li van artêşa Tirk bi awayekî zêde dest bi çêkirina çeperan kiriye.”
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê her wiha diyar kir ku 11’ê Cotmehê saet ji 08:30'an heta 12’ê Cotmehê saet 03.30'an bi balafirên bêmirov li herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya keşf pêk aniye.”
Di daxuyaniyê de ev xisûs jî hat destnîşankirin: "11’ê Cotmehê saet 22:00'an li hember HES’ê Serap a li navçeya Qaqizman a Qersê tê çêkirin hêzên me yên gerîla çalakiyek hişyariyê pêk anîne. Li vir du trafoyên aîdî HES’ê û navenda xebatê hatiye şewitandin.”: