Ji artêşa Tirk êrîşa bi obus û hewanan

Artêşa Tirk hinek herêmên girêdayê Şirnexê bi hawan û obusan bombebaran kir.

Artêşa Tirk hinek herêmên girêdayê Şirnexê bi hawan û obusan bombebaran kir.

Navenda Ragîhandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li Kurdistanê her diçe zêde dibe.

HPG’ê got: “ Di 9’ê Nîsanê de saet di navbera 08.00-15.00’an de  ji qereqola Girê Gundikê Melê ya di bin kontrola artêşa dagiker  TC de ye û girêdayê Şirnexê ye li hember herêmên Çiyayê Fila, Şehîd Diyar û Herbîs bi obus, hewan û çekên A-4 bombebaran pêk hat.

Di 9’ê Nîsanê de li navçeya Şemrex a Mêrdînê ji bo qereqola gundê Qesrîk, taqwiyeyên leşkerî yên ku piranî ji leşkerên bi pere pêk dihatin, pêk hat.”