Ji Amnestyê banga berdana parlementerên HDP'yî

Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya têkildarî rehîngirtina parlementerên HDP'ê de hat gotin ku, ev di serdemeke ku li dijî bêdengkirina muxalefeta Kurd de pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku girtina parlementeran piştî operasyonên li dijî çapemeniya Kurd û girtina bi dehan şaredariyan pêk hatiye û hat xwestin ku divê parlamenter serbest bên berdan. Dîrektorê Rêxistina Efûyê yê Ewropayê John Dalhûîsen di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev girtin ji bo tepisandina dengê muxalefeta Kurd nuqteya dawî ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî qedexekirinên li dijî çapemenî û rêveberiyên herêmî, girtinên dawî bi awayekî giran azadiya raman û civînan tune kiriye û hat destnîşan kirin ku beşdarbûyîna jiyana cemaweriyê hatiye sînorkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku eger derbarê siyasetmedarên Kurd de ti delîlên krîmînal tune bin, divê demildest bên berdan.

TAWANBARIYA PROPAGANDAYA TERORÎ JI BO 'TEPİSANDİNA' RIKBERAN TIM TÊ BIKARANÎN  

Di daxuyaniyê de balê kişandin ser tawanbariya 'Propagandaya rêxistinê' ya ku Demîrtaş û Yuksekdag jî di nav de li dijî parlementerên HDP'yî weke tawanbarî tê bikaranîn. Her wiha hat bibîrxistin ku ev tawanbarî tim di mijarên têkildarî Kurd an de ji bo tepisandina rikberan tê bikaranîn.