Ji Amedê 5 kamyonên dî yên alîkariyê çûn

Ji Amedê 5 kamyonên dî yên alîkariyê çûn

Kelûpelê ku di depoyên Qada Jiyana Hevpar a li Sumerparkê tê ragirtin li kamyonan hate barkirin. Seroka BDPa Amedê Zubeyde Zumrut, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Cîgirê Serokê Civatê Eşref Guler, Şaredarê Yenîşehrê Selim Kurbanoglu, Şaredara Baglarê Yuksel Baran, Cîgirê Şaredarê Sûrê Turkî Gultekîn, Yerel Gundem 21, Sekreterê Giştî yê Konseya Bajêr Metin Kilavuz Cîgirê Sekreterê Giştî Zulfu Atli, Serokê Grûba Kar a Karavîlê Abdulkadir Karavîl û bi ser navê DESOBê Abdullatîf Akyil di karê kamyonbarkirinê de amade bûn.    

Kamyonên ku ji Karavîl, DESOP û Şaredariyan hatin barkirin li Sumerparkê gihîştin hev. Di nav ardûyê hate berhevkirin de 46 ton ar, 44 hezar û 76 lître şîr, 9 ton meqerne, beqliya zuha, mamaya zarokan û potên zarokan heye.  

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, dema kamyonbarkirinê de axivî û ji ber alîkariya wan bi taybetî spasiyên xwe li Grûba Kar a Karavîl û DESOBê kir ku wan tijî sê kamyon ardû daye hev. Baydemîr bi bîr xist ku kampanyaya wan dê berdewam bike û weha got, “Em ji gelê Amedê, ji karsaz û esnafên Amedê piştgiriyeke xurttir dixwazin. Bila her kes çav bide DESOP û Karavîlê. Ji bo her kesê di alîkariyê de texsîr nekir gelek spas dikim.”

Baydemîr, bal kişand ser alîkariya xebatkarên Şaredariya Baglarê ên ji xizmetguzariyê girtine kar û weha axivî, “Ev xebatkarên ku mehaneya wan li dora 700-800 lîreyî ne heqê şîrê xwe yê mehane berhev kirin, tijî kamyonekê kirin  û ji bo birayên me yên Rojava şandin. Ez gelekî spasiya xwe li van xebatkaran dikim û dixwazim gelê Amedê jî çav bide wan. Pereyê şîrê xwe nestandin bi wê kamyonek ardû berhev kirin.”