Ji AKP'ê re dersa Kobanê hat dayîn

Ji AKP'ê re dersa Kobanê hat dayîn

Kurdên li Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê dijîn, ji bo pêşî li komkujiyeke gengaz a AKP dixwaze bi destê DAIŞ'ê pêk bîne bigirin, daketin kolanan. Polîs û kujerên AKP'ê alîgirên Huda-Parê êrîşî Kurdên li ber xwe didin kirin û di encamê de herî kêm 10 welatparêzên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

Bi sedan hezaran Kurdî duh ji polîtîkaya komkujiyê ya hikûmeta AKP'ê ya li Kobanê re gotin 'bisekine'. Bi sed hezaran kesên li hemû navendên Kurdistanê daketin kolanan, hêrsa xwe ya li hemberî AKP'ê anîn ziman. Kurdan hemû navend veguherandin Kobanê. Hikûmeta AKP jî li pêşberî vê berxwedanê veguherî "DAIŞ"ê.

Polîs jî têrê nekirin, hikûmeta AKP'ê tank û leşker herikan nava bajarên Kurdistanê. Li gel vê jî li Colemêrg, Amed, Mêrdîn, Bedlîs, Êlih û Wanê berxwedan mezin dibe.

Bîlançoya welatiyên heta niha di encama êrîşên hikûmeta AKP'ê de jiyana xwe ji dest dan, wiha ye:

AMED

Li Amedê polîs û Alîgirên Hizbûllahê êrîşî gel kirin. Mahmut Enez ê 55 salî bi cismekî ku ji serê xwe xwar bi giranî birîndar bû. Enez li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Endamên Hîzbullahê li Taxa 5 Nîsana Rezan êrîşî gel kirin. Bi çekan Suleyman Kaya yê 19 salî bi giranî birîndar kirin. Kaya li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

SÊRT

Li navçeya Misircê ya Sêrtê, di encama gulebarana li dijî xwepêşandana bi armanca protestokirina êrîşên DAIŞ’ê hate lidarxistin de, 2 kesan jiyana ji xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku rewşa birîndarekî jî giran e.

Li navçeya Misircê ya Sêrtê, bi hezaran kesên bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û desteka AKP’ê ya ji bo DAIŞ’ê, li ser Cadeya Diyarbakirê dest bi meşekê kir. Piştî êrîşa polîsên Tirk li navçeyê pevçûn destpê kirin.

Di dema pevçûnan de, Şaredar Nevzat Karatay, endamên malbata wî û cerdevanan gule bi ser gel de reşandin. Di encamê de 2 zarok birîndar bûn. Di saetên danê êvarê de, dema girseyê karê belavbûnê dikir, careke din şaredarê AKP’yî tevî cerdevanan gule li girseyê reşandin û di encamê de 2 jê zarok, 3 jin, bi giştî 13 kes birîndar bûn.  Ji vana 4 li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û yên din jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê hatin dermankirin.

Ji birîndaran Y.Ç. (17) û kesê bi navê Mehdî Erdogan (35), li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dan.

MÊRDÎN

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ligel biryara "qedexeya derkevin kolanan" çalakiyan berdewam kirin û ciwanê bi navê Kerem Karaaslan (22) di encama gulebarana ji aliyê wesayîta plaqeya wê nediyar ve hate qetilkirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê du rojin berdewam dikin û ligel biryara Walîtiya Mêrdînê ya "qedexeya derketina kolanana" çalakiyan berdewam dikin. Di seatên êvarê de bi hezaran welatî di şanişînên malên xwe de li qoşxaneyan dan û çalakî şermezar kirin. Polîsên li navçeyê di êrîşan de kêm mayîn ji leşkeran alîkarî xwestin.

Li gundê Qûbîkê yê navçeyê jî welatiyên gund rê ji tirafîkê re girtin û wesayîta plaqeya wê nediyar welatî gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de ciwanê bi navê Kerem Karaaslan (22) jiyana xwe ji

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di encama gulebarana Serokê Partiya HUDA PAR  ê navçeyê Kadrî Şengul de du welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di navbera girse û polîsan de pevçûnên dijwar qewimîn. Di dema çalakiyan de Serokê Partiya HUDA PAR ê navçeyê Kadrî Şengul girse gulebaran kir û 3 ciwan birîndar kirin û ji ciwanê birîndar Bîlal Gezer û zarokê bi navê Sînan Toprak (16) rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Li gel hemû mudaxeleyan Sînan Toprak û Bîlal Gezer jiyana xwe ji dest dan.

ÊLIH

Di encama kesên di avahiya Partiya Hur Dava ya Êlihê de êrîş li girseyê kirin ciwanê bi navê Emrah Demîr (22) jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Li Kolana Diyarbakir a Êlihê pevçûnên di navbera polîs û ciwanan berdewam dikin û kesên di Partiya Hur Davayê ya Êlihê de girse gulebaran kirin û di encama gulebaranê de ciwnaê bi navê Emrah Demîr (22) jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Hate hînbûn ku cenazeyê Demîr rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Li Êlihê ji ber bûyerên du rojin berdewam dikin qedexeya derketina kolanan îlan hate îlankirin. Piştî vê biryarê leşker ketin navenda bajar.

WAN

Hamdî Canerê li taxa Serhat a Wanê di xwepêşandê de, di encama gulebaranê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Hamdî Caner (55) ku di encama xwepêşandanên vê êvarê li Wanê de birîndar bibû, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê jiyana xwe ji dest da. Caner, di encama gulebaranê de, guleyek li singê wî ketibû û birîndar bibû.

MUŞ

Li navçeya Mûş Gigimê jî polîsan bi guleyên rastî êrîşî gel kirin. Polîsên li axa Cumhuriyetê gule li gel reşandin, Hakan Buksur ê 25 salî qetil kirin. Hat ragihandin ku guleya polîsan li serê Buksur ketiye.

TEVÎ ÊRÎŞAN JÎ BERXWEDAN NESEKINÎ

Tevî êrîşên AKP'ê jî Kurdan tevahiya şevê berxwedana xwe mezin kirin.

NISÊBÎN

Nisêbîniyan, qedexeya derketina derve ya qeymeqamiya navçeyê ragihand, nas nekirin û ji kolanan derneketin. Pêkanînên polîsan jî OHAL'ê nîşan didin. Li gundê Grêmîra yê 25 kîlometre dûrî navçeyê, welatî li ser Rêya Îpekê ya dîrokî dest bi berxwedanê kriin. Bûyerên li navçeyê dewam dikin.

MÎDYAD

Li navçeya Mêrdîn Mîdyatê jî bi sedan welatî li qada Dortyolê civiyan û destek dan berxwedana Kobanê. Girseya gel a xwest ber bi avahiya hikûmetê ve bimeşe rastî destwerdana polîsan hat û pevçûnan destpê kir. Pevçûna di navbera polîs û ciwanan de li nava kolanan dewam dike.

ŞEMREX

Navçeyeke din a çalakî lê heye, navçeya Şemrexê ye, ku pevçûn heta vê saetê jî dewam dikin. Di encama destwerdana tund a polîsan de Mahîr Oztemel (25) ê fîşeka gazê li serî ket, birîndar bû. Hat ragihandin ku Oztemel rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê. Bûyerên li navçeyê dewam dikin.

DÊRIK

Li navçeya Dêrikê, bûyerên duh bi şev destpê kirin, îro jî dewam kirin. Li navçeyê dibistanek, avahiya hikûmetê ya li navçeyê û du wesayît hatin şewitandin. Balkêş e ku polîs fîşekên rastî bikar tînin. Li navçeyê bûyer bi hemû dijwariya xwe dewam dikin.

RIHA

Welatiyên li navenda bajarê Rihayê, ji bo balê bikşînin ser êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê danê êvarê li Meydana Topçû civiyan. Piştî çalakiya rûniştinê girseya gel xwest ber bi Xaçerêya Ataturk bimeşe, lê rastî destwerdana polîsan hat. Pevçûn li taxan dewam dike û hat hînbûn ku 5 kes hatine binçavkirin.

SERÊKANIYÊ

Li ser sînorê Rojava li navçeya Serêkaniyê jî duh tevahiya rojê çalakiyên protestokirina DAIŞ'ê hebûn. Çalakî danê êvarê li gelemperiya navçeyê belav bûn. Ciwanan lambayên ronîkirina kolnan û kamerayên mobese şikandin. Li aliyê din li kolanên Ereban mirovên dest bi ço, balê dikşînin.

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê jî ku bi roj polîsan bi maşînên zirxî dor li navçeyê girtin, çalakî li kolanên Dêrik, Qerejdax, Serêkaniyê û Riha Kevin zêde bûn. Ciwanan her wiha rêya bejahî ya Riha-Mêrdînê li çûn û hatinê girtin. Marketa ÎSMAR a parlamenterê AKP'ê Mehmet Akyurek û marketên BÎM û ZENMAR'ê ji aliyê ciwanan ve hatin şewitandin, hemû ATM yên bankayan ên navçeyê jî ji hev hatin xistin. polîsan di destwerdanê de fîşekên rastî bikar anîn. Hat ragihandin ku li Wêranşarê jî derketina derve hatiye qedexekirin.

BÊRECÛK

Li navçeya Bêrecûkê jî, welatî hatin ber devê tunela Bêrecûkê ya di navbera rêya Riha-Dîlokê de û êrîşên çeteyan protesto kirin. Lê belê polîsan bi gaz û ava şid êrîşî gel kirin. Li ser vê yekê çalakgeran rêya Riha-Dîlokê bi saetan li çûn û hatinê girtin. Li kolanan jî çalakî belav bûn. Wesayîta polîsekî sivîl hat şewitandin. Li gelek nuqteyan pevçûn dewam dikin. Di dema destwerdanê de polîsek ji ser Pira Bêrecûkê ket xwarê û bi giranî birîndar bû. Polîs rakirin Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligol a Rihayê.

SÊWEREG

Li navçeya Sêweregê bi pêşengiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê meşek hat lidarxistin. Serokê HDP'ê yê Navçeyê Mûstafa Geyîk li vir daxuyaniyek da û çete şermezar kir. Piştî daxuyaniyê ciwanan bend danîn û rê li trafîkê girtin. Çalakiya ciwanan dewam dike.

SEMSÛR

Li taxa Karapinar a Semsûrê, welatiyên li ber konê alîkariya ji bo Kobanê hatin cem hev, li ser rêya Turmuzê ji bo PKK û YPG'ê dirûşme qîriyan û ber bi avahiya AKP'ê ya bajêr ve meşiyan. Polîsên ku li dora avahiyê tedbîrên giran girtin, bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kirin. Bi sedan kesên li Parka Mîmar Sînan hatin cem hev bi keviran bersiv dan êrîşên polîsan. Ciwanan bi dadana agir û bendan Rêya Turmuzê li çûn û hatinê girtin. Pevçûn li gelek nuqteyan dewam dike û di bûyeran de 14 polîs birîndar bûn.

DÎLOK

Li Dîlokê komekê xwest bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê xwepêşandanekê lidar bixe û li Taxa Beybahçe civiya. Komê konteynirên çopê şewitand, lê rastî êrîşa polîsan hat. Komê bi kevir, molotof kokteyl û fîşekên hewayî bersiv da êrîşa polîsan.

ANTALYA

Li Antalyayê, di çalakiyên ji bo destekkirina Kobanê de êvarê bûyer qewimîn. Komek ji 300 kesî li Xaçerêya Yenî Hal a Taxa Duden a navçeya Kepezê hat cem hev û bend danî ser rê. Ji ber destwerdana polîsan pevçûn derket.

SÊRT

Li navçeya Sêrt Xana Hawêl, gelek kes li ber Şûbeya navçeyê ya PTT'ê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Meş li ber avahiya DBP'ê ya navçeya Xana Hawêlê bi dawî bû.

DÊRSIM

Li Dêrsimê ciwan ji bo Kobanê herikîn kolanan. Bi sedan ciwanên li kolana Cumhuriyetê hatin cem hev, bend danîn ser rê. Piştî demeke kurt polîsan bi ava şid û fîşekên gazê êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî, molotof kokteyl û keviran bersiv dan êrîşa polîsan. Hat hînbûn ku di bûyeran de 2 kes hatine binçavkirin.

ŞIRNEX

Cihekî din ê êrîşên DAIŞ'ê lê hat protestokirin gundê Roboskî yê navçeya Şirnex Qilabanê bû. Bi sedan welatî li ber Komeleya Roboskî hatin cem hev û rêya Îpekê ya Şirnex-Colemêrgê li çûn û hatinê girtin. Meş bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ERXENÎ

Li navçeya Amed Erxeniyê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê gel herikî kolanan, li ser rê bend danî, lastîk şewitand û rê li çûn û hatinê girt. Li hemberî destwerdana polîsan ciwanan bi keviran û bombeyên deng bersiv dan. Li gelek tax û kolanên Erxeniyê ciwan li dijî polîsan li ber xwe didin.