Ji AKP’ê li Zanîngehan pêkanînên kişlayê!

Ji AKP’ê li Zanîngehan pêkanînên kişlayê!

YOK’ê di 32’emîn salvegera damezrandina xwe de di rêzinameya dîsîplînê de guherîn çêkir. Li gorî vê mijara wê çi dibe bila bibe, li dibistanê belavkirina belavokan û afîşan sûce. Xwendekar jî di encama lêpirsînên bên vekirin de dikarin ji dibistanê bên avêtin.

Li gorî rêziknameya ku duh di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê, xwendekarên der barê wê de lêpirsîn bên vekirin nekare bikeve kampusÊ.  Xwendekarên di bin bana zanîngehê de bikevin bin lêpirsînê, der barê wan de beyî ku lêpirsîna wan temam bibe dê bên durxistin. Ne tenê dibistan, dê nekarin bikevin pirtûkxane, yurd, tesîsa civakî û nexweşxaneya kampusê.

Bi rêziknameyê mijar çi dibe bila bibe, belavkirin belavokan û daliqandina afîşan hat qedexekirin. Beyî destur belavkirin belavokan û daliqandina fîşan dê sûc bê hesibandin.

Guherînek din jî derbarê çalakiyên xwendekaran de ne. Li gorî vê kesên tevli çalakiyan bibin dê ji dibistanê bên durxistin.