Ji AKP’ê fermana 'bikujin'

Ji AKP’ê fermana 'bikujin'

Hikûmeta AKP’ê pêşnûmeya guhertina Qanûna Dadgeha Ceza (CMK) ku rayeya polîsan berfireh dike, pêşkêşî Meclîsê kir.

Hikûmeta AKP’ê pêşnûmeya guhertina Qanûna Dadgeha Ceza (CMK) pêşkêşî meclîsê kir. Di vê qanûnê de, li hemberî xwepêşandanan rayeya polîsan tê berfirehkirin. Bi vî awayî  li gel pakêta ewlehiyê, çarçoveya sûcên katologê hatin berfirehkirin. Sûcên “li dijî dewletê” û qanûna bingehîn ketin nava vê çarçoveyê.