Ji 9 kesên li Bedlîsê hatîn desgîrkirin, 2 kes girtin

Ji 9 kesên ku di çarçoveya operasyona Navendî ya Bedlîsê de hatîn destgîrkirin, Hevserokê berê yê Bajêr ê Bedlîsê BDP’ê Şahîn Çoban û kesek ku navê wî nehate zanîn girtin.

10’ê Sibatê di avêtina ser malan a li navenda Bedlîsê, navçeyên wê û Amedê de ku 9 kesên hatîn destgîrkirin, îfadeyên wan hatin girtin.

Hate zanîn ku Hevserokê Bajêr ê Bedlîsê yê Partiya Demokratîk û Aşitiyê (DBP) Şahîn Çoban û Ahmet Yilmazê 65 salî jî di nav de 9 kes bi hinceta dema “pêvajoya çareseriyê” de tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûne hatine destgîrkirin.

Piştî lêpirsîna dozgeriyê, ji 9 kesên bi îdîaya “propgandaya rêxistinê” sewqî dadgehê hatîn kirin, 7 kes jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Hevserokê Bajêr ê Berê Şahîn Çoban û kesek ku navê wî ne hate zanîn bi heman hêncetê hatin girtin.

Kesên hatîn girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê.