Ji 7 heta 70’ê salî rewşa kampê ya berxwedanê!
Ji 7 heta 70’ê salî rewşa kampê ya berxwedanê!
Ji 7 heta 70’ê salî rewşa kampê ya berxwedanê!
Kobaniyên ku ev 71 roj in ji axa xwe dûr têkoşîna jiyanê didin û li bende agahiya serkeftinê ya YPG û YPJ’ê ne, li aliyê din jî li dijî sermayê têdikoşin. Li 7 konbajarên Pirsûsê çîrokên cuda yên Kobaniyan hene. Pitikên piştî bavê wan tevlî YPG’ê bûn hatin dinê, kesên ku li benda bavê xwe ne, yên ku neçar man bajarê xwe di rojekê de terk bikin. Çîroka hemûyan cuda ye. Li konbajaran ên ketin ber objektîfa me.
Rodîn ê 12 salî rêya bavê Huseyîn Omer (Amed) yê YPG’î dipê. Rodîn diyar dike ku li benda roja ku vegerin Kobanê ye.
Aylîn-Ceylan ên cêwî ku li konbajar hatin dinê, bavê wan Mihemed Hecî tevlî YPG’ê bûye. Dayika cêwiyan Xanim Mihemed, diyar kir ku zarokên wê di şert û mercên zehmet de dijîn, lê ji bo jiyanek bi rûmet hevserê wê çûye eniya berxwedanê. 20 roj berê cêwiyên din ên bi navê Rustem Cûdî û Arîn Mîrxan hatin dinê. Hejmara kesên tên serdana Arîn Mîrxan û Rûstem Cûdî her roj zêdetir dibin.
Yazê Hemo Şêxanî ya 65 salî diyar dike ku xetên rûyê wê sîmgeyên aîdî malbata wê ne. Şêxan da zanîn ku heta azadî tunebe ti wateya qesr û konaxê nîn e. Şêxanî got ku bila çete ji Kobanê dervekin ew razî ye ku di kon de bijî.
Zarokên ku berxwedana Kobanê bi rengên kesk, sor û zer vedibêjin, ji devê wan ‘Bijî berxwedana Kobanê’ nakeve.
Kobaniyên di konan de têkoşîna jiyanê didin, cil û bergên xwe yên dişon li ser têlan û micuran ziwa dikin.
Kobaniyên ji bo rojên zehmet ard bi xwe re anîbûn, li ser sêlê nan lêdixin.
Baran dibare û zarok li derve dilîzin, xwişkên wan ji kon serê xwe derdixin û gazî wan dikin.
Jinên ku toza li ber konbajaran paqij dikin, piştre jî heriya pez a bi xwe re anîbûn dikin lihêf.
Zaroka ku li konbajar nû hatiye dinê, pîra wê jê re dergûşek peyda kiriye, dayika Ahmed Qedîl a astengdar Gulîstan Mihemed jî ji bo serê wî bişo dibe serşoya ku 200 metreyî dûr e. Ji ber baranê av ket hinek konan
Zarokên ku ji seyên biçûk hez dikin, şert û mercên jiyana zehmet di demên wisa de ji bîr dikin û li kêfxweşiya xwe dinêrin.
Zarokên ku pêlavên wan qetiyane, lingê xwe yên bi herî dişon û zarokên ku birçîbûne jî meqerneya ku li ser agir dikele, dipên.
WÊNE: Ferhat ARSLAN