Daîreya Koçber û Penaberan a Federal bersiv da pirsa rojnameya Heîlbronner Sîtmme. Rojnameyê pirs kiribû: ‘’Ji penaberên siyasî yên ku 2016’an ji Tirkiyê hatine çend ji wan hatine qebûlkirin?’’
Daîreyê ragihand, berevajî ya ku dihate payin yên ku ji Tirkiyê hatine û ji bo penaberiyê serî lêdane tenê serlêdana 8,2’yan hatiye qebûlkirin.
Ev hijmara 2015’an 14,7 ji 100’î bû. Lê li gorî salên bihurî li gel hijmara penaberên ku ji Tirkiyê hatine zêde bûne jî, li gel krîza ku bi rejîma Erdogan re tê jiyîn jî, piraniya serlêdanên li Elmanya hatine kirin nehatie qebûlkirin.
Li gorî daneyên Daîreya Koçber û Penaberan a Federal di 3 mehên pêşî yên vê salê de bi tevahî 1677 kes ji Tirkiyê hatine û serlêdana siyasî kirine. Di heman demên 2016’an de ev hijmar 456 bûye.
2015’an hijmara kesên ku ji Tirkiyê hatin û serlêdana îltîcayê kirine 1767 kes bûne, ev hijmara 2016’an çûye 5742’yan.