Jêrzemînên kedxwarinê: Kargehên tekstîlê

Karkerên Kurd, ku di nava şert û mercên nebaş û giran de li kargehên tekstîlê bi erzanî tên xebitandin, di dema AKP'ê de zilmeke giran dibînin.

Kurdên ku ji ber siyaseta talan û şer a mêtîngeriya Tirk hatine koçberkirin, li metropolên Tirkiyeyê bi erzanî tên xebitandin û keda wan tê xwarin. Karkerên tekstîlê, li jêrzemînên avahiyên bilind, di nava şert û mercên gelekî giran de bi gelek saetan tên xebitandin, yek ji mînakên şênber ên vê sîstema kedxwarinê ye. Em bi karkerên tekstîlê yên li Stenbolê re axivîn.

DI DEMA AKP'Ê DE BÛ YEK JI KARKERÊN DI EMRÊ ZAROKATIYÊ DE

Elîf Akbaba 19 salî ye. Elîf hê di zarokatiya xwe de, di betlaneyên havînê de li kargehên tekstîlê dest bi kar kir û kedxwarî di emrê xwe yê zarokatiyê dît. Piştî pola 8. ji ber rewşa aboriyê ya malbata xwe dev ji dibistanê berda û êdî bi temamî li kargehên tekstîlê xebitî. Elîf ev 4 sal in weke xebatkara makîneya vî karî di nava şert û mercên ne însanî dixebite. Elîf got, "Em sibê û tên û li jêrzemînên ku bi zorê nefesê digirin 11 saetan dixebitin. Şertên em di nav de dixebitin gelekî giran in, lê em neçar in bixebitin."

Elîf diyar kir, ew dizane ku berdêla keda xwe nagire û bibîr xist, ku di serdema AKP'ê de neçar ma di zarokatiyê de dest bi kar bike û ji bilî kedxwarî û xizaniyê wê tiştek nedîtiye.

KARGEH DIBE SEDEMA NEXWEŞIYAN

Îrfan Oz, ku di sala 2004'an de ji Nisêbînê hate Stenbolê, ev 13 sal in li kargeha tekstîlê dixebite. Oz anî ziman, beriya kedxwariyê kargehên tekstîlê rê li ber nexweşiyan vedike û got, "Kargehên tekstîlê li jêrzemînên avahiyên bilind in, ku şert û mercên vir ne însanî ne. Qumaşên ku madeyên kanserojen tê de hene, tozên dibin sedema nexweşiyên alerjiyê, rê li ber nexweşiyên bronşît, astim û her şêwe nexweşiyan vedikin. Mîna li her cihî, li karê tekstîlê jî kedxwarî û şert û mercên ne însanî, roj bi roj giran dibin. Ji roja min dest bi karê testîlê kir û vir ve her tişt roj bi roj nebaştir bû."

JI ZILMA DEWLETÊ HETA XEBITANDINA BI ERZANÎ

Zeynep Akbaba 21 salî ye. Ji 11 saliya xwe ve li karê tekstîlê dixebite. Malbata wê di salên 90'î de ji ber zext û zilma cerdevaniyê ya dewletê reviya, di destpêkê de li navçeya Mîdyat a Mêrdînê bi cih bû, piştre bar kir Stenbolê. Zeynebê piştî dibistana seretayî dev ji xwendinê berda û li kargehên tekstîlê weke zarokekê di nava şertên giran de dest bi kar kir. Zeynep anî ziman, ku wê dixwest bixwîne, lê belê ji ber zilm û mêtîngeriya dewletê neçar ma di zarokatiyê de bixebite û her roj bê navber 11 saetan dixebite. Zeynep diyar kir, ew ji welatê xwe hatine dûrxistin û li metropolan jî keda wan tê xwarin.

MALA WAN ŞEWITANDIN, KEDA WAN DIXWIN

Fatma Kaya ku mala wan a li Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê ve hate xerakirin, tevî 9 xwişk-bira, dayik û bavê xwe hatiye Stenbolê. Kaya got, li Nisêbînê rewşa wan a madî baş bû, lê belê piştî ku hêzên dewletê Nisêbîn hilweşand û şewitand, mal û dikana wan jî hilweşiya. Kaya ragihand, ew li Stenbolê neçar maye weke karkera tekstîlê bixebite û tevî xwarina keda wan bal kişand ser zexta ji ber nameya wan li wan tê kirin. Kaya diyar kir, kargehên tekstîlê gefê li tenduristiya wan dixwin û got, ji ber ku neçar e alîkariya aborî bide malbata xwe ya li xaniyê kirê dimîne, ji neçarî vê bê edaletiya mezin ji nedîtî ve tê.