Îtalî ji bo Kobanê meşiyan

Îtalî ji bo Kobanê meşiyan

Li bajarê Mîlano yê Îtalya rêxistinên civaka sivîl û navendên civakî bi armanca piştgiriya bi Kobanê re meşek li dar xistin.

Meşa nêzî 1500 kes tevlî bûn dirûşma “Kobanê ne bi tenê ye” gotin. Çalakger ji Pîazza Fontana heya ber Sefaretxaneya Tirk meşiyan, ji bo Kurdan daxwaza mafê çarenûsa xwe bi xwe aşkera bikin hat xwestin.

Di 14’ê mehê de bi dirûşmaya “Her cih Kobanê her cih berxwedan” wê li Venedîk çalakiyek bê lidarxistin. Ev çalakî wê saet 19.00’an li ber Pirtûkxaneya Ca’Foscarî bê lidarxistin.