Îstîxbarata Fransî bi Sûriyeyê re di nava têkiliyê de ye!
Îstîxbarata Fransî bi Sûriyeyê re di nava têkiliyê de ye!
Îstîxbarata Fransî bi Sûriyeyê re di nava têkiliyê de ye!
Serokkomariya Fransa û Wezareta Karên Derve ya Fransayê di her derfetê de îdîa dike ku bi rejîma Esad re hevkariya wan tune lê li gorî rojnameya Le Monde polîsê Fransî û serwîsa îstîxbarata hundir ji bo ku cîhadiyên çûne Sûriyeyê hatina wan asteng bike bi rejîma Sûriyeyê di nava lêgerîna hevkariyê de ye.
Hikûmeta Fransayê ku Beşar El Esad ji mirina 200 hezar kesî berpirs dibîne bi hinceta ku hemû rewbûna xwe winda kiriye, îdîa dike ku tu hevkariyê nake. Lê derket holê ku serwîsên Fransî bi rejîmê re di nava têkiliyê de ne.
Gelek welatên rojava yên wek Elmanyayê, di serî de bi serwîsên îstîxbarata Sûriyeyê re û merciyên Sûriyeyê re têkiliya xwe didomîne. Di nava van de Elmanyayê bi heman awayî têkiliya xwe ya bi Lubnan û Îranê re parast.
Midûriyeta Giştî ya Îstîxbarata Fransî (DGSI) diyar dike ku di hinek rewşan de di mijara lêpirsînan de ji bo ku der barê Fransiyan de agahiyan bigirin neçar dimînin ji hevkarên xwe yên Elman agahiyan bigirin. Lê ev pêvajoya xebata bi bandor a DGSI’ê bi fren dike.
Li gorî rojnameya Le Monde, DGSI ji bo ku pêşî li êrîşên li Fransayê pêk tên bigire, bi serwîsên îstîxbarata Sûriyeyê re hewl dide bikeve têkiliyê.
Tê gotin ku rejîma Başar El Esad Seferatxaneya Fransî ya li Sûriyeyê ku di 6’ê Adara 2012’an de heta niha girtiye veke, xuyaye ku ji bo hevkariyê amade ye.