Îşkence li girtiyên di greva birçîbûnê de ne hat kirin

Greva birçîbûnê ya girtiyên li Girtîgeha Şakranê di roja 39. de ye. Jendermeyan nîvê şevê avêtin ser qewîşan gef li girtiyan xwarin. Midurê girtîgehê jî gef li girtiyên di greva birçîbûnê de ne xwar.

Hat ragihandin, jendermeyan nîvê şevê avêtine ser qewîşên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Girtiyê bi navê Ozgur Guçlu li malbata xwe geriya û qala bûyerên li girtîgehê qewimîn, kir. Guçlu diyar kir, nîvê şevê bi qasî 50 jenderme ketine qewîşan û êrîşî girtiyan kirine. Piştre jî midûrê girtîgehê hatiye û gef li girtiyan xwariye. Guçlu ragihand, midûr ji wan re gotiye, "Hûn ê bibînin. Me çi bi we kir ku hûn ketin greva birçîbûnê? Em ê bi şev bavêjin ser qewîşan."

Guçlu ji parêzeran û rayedaran xwest, ku tavilê dest li rewşê werdin.