Îrmez: AKP û Erdogan nikarin tehemûlî miriyan jî bikin!

Parlamentera HDP'ê Îrmez, astengiya li pêşiya derbaskirina cenazeyên YPG/YPJ'yiyan xist rojeva Meclîsê û pêşniyara lêkolînkirinê kir.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez bi pêşniyarnameyekê re ji Meclîsê xwest, astengiya li pêşiya derbaskirina cenazeyên YPG/YPJ'yiyan lêkolîn bike.

Îrmez bal kişand ser têkoşîna mirovahiyê ya hêzên YPG/YPJ li Rojavayê Kurdistanê li dijî barbarên DAIŞ'ê dimeşîne û got, "Rayedarên dewlet û hikûmetê, ji destpêka şer ve, der heqê wernegirtina cenazeyan de biryarek taybet negirtibûn û bi tenê dema karên burokratîk dirêj dikirin. Lê belê bi rawestandina pêvajoya çareseriyê re hikûmeta AKP'ê ya demkî, biryareke li dijî hiqûqê û li dijî exlaqê wergirt û nahêle cenazeyên ji Rojava tên, bên welêt. Ji aliyê me re hatiye ragihandin ku ev biryara astengiya anîna cenazeyan, di civîna Desteya Wezîran de hatiye girtin. Di çarçoveya vê biryarê de cenazeyên 13 şervanên YPG/YPJ'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, ji 26'ê Tîrmeha 2015'an û vir ve li ser sînor tên sekinandin û nahêlin derbasî Tirkiyeyê bên kirin." Îrmez piştî komkujiya li Pirsûsê û operasyonên girtin û binçavkirina, wergirtina vê biryarê êrîşek li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye.

'ZÎHNIYETA KU NIHA TEHEMÛLÎ MIRIYAN JÎ BIKE'

Îrmez da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê ya demkî û Serokkomar Erdogan ên ku di sekinandina cenazeyan de israr dikin, ji vê zilma xwe ya li bedena mirî ya ciwanên vî welatî şermê nakin û got, "Ev pêkanîna li hemberî cenazeyên van lehengan û malbatên wan, ev bê wijdanî, wê weke zîhniyeteke tirsnak a nikare tehemûlî miriyan bike, cihê xwe di hişê mirovan de bigire."

Îrmez a HDP'yî, bi armanca lêkolînkirina vê biryara li dijî qanûn û hiqûqê, ku nirxên çandî binpê dike û rê li ber hêrseke mezin vedike, Meclîs bikeve nava tevgerê û lêkolîn bike.