Li dijî êrîşên leşker û polîsên AKP'ê, berxwedana gelê Cizîrê didome. Li hemberî êrîşên saet di 22:00 de destpê kirin, gel daket kolanan û nerazîbûn nîşan da. Li taxên Cûdî, Nûr, Yafes û Sûrê jî polîs û leşkeran êrîş kirin. Êrîş bi giranî li taxên Cûdî û Nûrê zêde bûn. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ji MedNûçe TV re axivî û ji bo pêşîgirtina li êrîşan bang li her kesî kir ku berê xwe bide Cizîrê. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî ji tevahiya civakê xwest ku bala xwe bide ser Cizîrê û dengê Cizîrê bibihîze.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ragihand ku ev êrîş nayên qebûlkirin û got, "Em bi zîhniyeteke welê re rû bi rû ne, ku hemû nirxên mirovahiyê binpê dike. Li Kobanê, barbarên DAIŞ'ê bi kîjan mejî êrîş kirin, li Cizîrê jî bi heman barbarî û hovîtiyê êrîş tên kirin."
Encu da xuyakirin ku ji bo pêşîgirtina li êrîşan divê hemû wekîlên HDP'ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û Hevserokên HDP'ê li Cizîrê bin.
Ji Cizîrê rojnamevan Zozan Fendîk jî da xuyakirin ku tevî êrîşên leşker û polîsên AKP'ê jî berxwedana gel dewam dike.
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak da zanîn ku berxwedana gel wê van êrîşan bisekinîne. Irmak diyar kir ku heta dengê Cizîrê neyê bihîstin û her kes berê xwe nede Cizîrê, ti kes nikare nikare tiştekî bike û got, "Yekane tişta xwedî hikum, hêza berxwedanê ya gel e. Em niha careke din bang dikin; dengê xwe tevlî dengê Cizîrê bikin, bala xwe bidin ser Cizîrê. Divê ji her devera Tirkiyeyê bala her kesî li Cizîrê be. Em dikarin pêşî li vê komkujiyê bigirin. Bendemayîna ji dewletê, xeyal e."