Irgat: Çima li Îmraliyê destûra hevdîtinê nayê dayin?

Parlamentera HDP'yî Mizgîn Irgat diyar kir ku êşkenceya li girtîgehan dewam dike û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê.

Parlamentera Bedlîsê ya HDP'yî Mizgîn Irgat, di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê de li ser budçeya Wezareta Edaletê axivî.

Irgat bi bîr xist ku gelek baro û komeleyên mafên mirovan ên li welêt raporan li ser hev diweşînin û got, "Di van raporan de qala giliyên li Girtîgehên Elezîz, Dîlok, Tarsûs û gelek girtîgehên din tê kirin. Mixabin wezareta we van raporan ji nedîtî ve tê. Ne tenê di raporan de tê eşkerekirin, her wiha di nameyên girtiyan de jî bal tê kişandin ser vê rewşa giran. Bi taybetî bal tê kişandin ser zexta psîkolojîk û fîzîkî, şîdeta zayendî, pêkanînên xerab û êşkenceyê."

Parlamenter Irgat anî ziman ku mijareke din a girîng ku saziyên mafên mirovan û hiqûqnas di rapora xwe de bi taybetî işaretê pê dikin, astengkirina hevdîtinên malbat û parêzeran li Girtîgeha Îmraliyê ye.

Irgat diyar kir, di vê mijarê de lazim e wezareta we bi rengekî vekirî û zelal daxuyaniyekê bide raya giştî û got, "Tevî ku qanûnên me de bi vekirî tê destnîşankirin û di hemû peymanên ku me mohra xwe danîne binî de cih digire jî, çima hevdîtinên li Girtîgeha Îmraliyê tên astengkirin? Em hêvîdar in ku di sala 2018'an de wezareta we karekî di vî warî de bike, ku qet nebe dilê civakê rehet bike û li gorî peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê mohra xwe daniye binî tevbigere."