Iraq: Leşkerê Tirk li Mûsûlê dagirker in
Serokê Komîsyona Ewlehiyê ya Parlamentoya Iraqê Hakîm el-Zamîlî ji leşkerên Tirk re got dagirker.
Serokê Komîsyona Ewlehiyê ya Parlamentoya Iraqê Hakîm el-Zamîlî ji leşkerên Tirk re got dagirker.
Li hember bicihkirina leşkerên Tirk li nêzî Mûsûlê bi lihevkirina PDK û Tirkiyeyê, ji Parlamentoya Iraqê bertek hat nîşandan.
Serokê Komîsyona Ewlehiyê ya Parlamentoya Iraqê Hakîm el-Zamîlî ji leşkerên Tirk re got dagirker.
Serokê Komîsyona Ewlehiyê ya Parlamentoya Iraqê Hakîm el-Zamîlî destnîşan kir ku agahiya ku leşkerên Tirk li nêzî Mûsûlê li bargehekê hatiye bicihkirin, rast e.
Zamîlî di berdewama daxuyaniya xwe de ji leşkerên Tirk re got dagirker. Zamîlî bi bîr xist ku leşker, serweriya Iraqê hedef digirin, da xuyakirin ku balafirên şer ên girêdayî Hêzên Hewa yên Iraqê ji bo lêdana van hêzan agahî gîhandine Serokwezîr El-Îbadî û ji bo bikevin tevgerê li benda talîmatê ne.
‘LEŞKERÊN XWE VEKŞÎNIN’
Di daxuyaniya ji Ofîsa Çapemeniya Serokwezîrtiya Iraqê de jî hat destnîşankirin ku “tabûrek hêzên leşkerê Tirk ji derveyî agahî û destûra hikûmeta Navendî ya Iraqê derbasî herêma Mûsûlê bûne.” Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi îdîaya perwerdeya hêzên Iraqî bê ku leşkerê Tirk ji hikûmeta Iraqê destûrê bigire derbaskirin, ev rewş îxlala serwerî û axa Iraqê ye. Ev jî berevajî têkîliyên ku cîrantiya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ye.”
Di heman mijarê de televîzyona dewletê ya fermî ya Iraqê jî cih da daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê: “Ev rewşa îxlala sînor nayê qebûlkirin û mudaxeleya Tirkiyeyê ya li dijî axa Iraqê red dikin.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji derveyî agahiya hikûmeta Iraqê, ti xebatên leşkerî nayên qebûlkirin, Wezareta Karên Derve ya Iraqê xwest ku leşkerên Tirk tavilê ji ser axa Iraqê bên kişandin.